Zarokên bavê wan ew bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştin banga piştevaniyê kirin

  • 11:59 12 Sibat 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
MÊRSÎN - 3 xwişkên hev ku bavê wan tecawizî wan kir û ew bi tundiya fizîkî û psîkolojîk re rûbirû hiştin, piştî bi salan hatin gel hev û tişta hat serê wan ji hev re vegotin. Piştî ku aşkera bû ji aliyê heman kesî ve tecawizî xaltî û keçxaltiya wan jî hatiye kirin, her 5 jin bûn yek û gilî kirin. Lê gûmanbar S.D., piştî îfadeya wî hat girtin serbest hat berdan. Her sê xûşkan gotin, "Em bêdeng namînin" û  banga piştevaniyê li jinan kirin.
 
Hat aşkerakirin ku mêrê bi navê S.D.(55), li Mêrsînê tecawizî 3 keçên xwe, palduz û xarziya xwe kir. Keçên S.D., H.G.(34), S.D.(30) û S.D.(28) û herdu jinên din di hefteya borî de li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê debarê bûyerê de serlêdana sûc kirin. Piştî ku derbarê bûyerê de serlêdana sûc hat kirin, S.D., yê li navçeya Dîdimê ya Aydinê gazî îfadeyê hat kirin û piştî ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Aydinê ve îfadeya wî hat girtin careke din serbest hat berdan. 3 xuşkên ku hatin tecewizkirin bertek nîşanî serbestberdana gûmanbar dan.
 
'Em bêdengnamînin'
 
S.ya ku got ji 9 salî de bi êrîşa zayendî re rûbirû maye, anî ziman ku heman rewşê heta 15 salî berdewam kiriye.  S. di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ber ber hişmendiya zayendparêz ku mêr diparêze tirsiyaysê û ji ber wê heta niha tişta hatiye serê wê negotiye. . S., wiha berdewam kir: "Lê piştî vê saetê ez bêdeng namînim û em ê bêdeng nemînin.  Em şerm jî nakin. Ji ber ku kesê şerm bike ne em in mêrê tecawiz kirye ye.  Ji bo ku hin kesên din jî zerarê nedin zarokên xwe divê ev kes bê cezakirin. Heta ez bûm 12 salî ez ketim ferqê heta wê demê jî min digot bavê min ji min hez dike. Dixwazim ceazyê herî giran bigire."
 
'Polîsên ku min serî li wan da ji min bawer nekirin'
 
S. di dirêjiya axafitna xwe diyar kir ku wê nikaribû ye ji kesekî re bibêje ji ber ku hatiye tehdîtkirin û anî ziman ku wê wekî çare reva ji malê dîtiye lê dema ku çûye qereqolê jî polîs pê bawer nebûne û wiha berdewam kir: "Polîs bi min bawer nebûn û bi mêrê tecawizkar bawer bûn. Polîsan ji min re gotin te ji dayika xwe lêdan xwariye loma tu hatiye û min careke din şandin malê.  Piştî ku ez hatim malê heman rewşê berdewam kir. Bicaran li min da û got, 'te ji kesekî re gotiye an na' û bi caran li min da.  Bi salan hayê me kesî ji kesa din çênebû. Tenê xwişka min a mezin dîtibû, ji ber wê jî me nikaribû li rûyê hev binêrta. Me gelek şerm kir.  Lê me her siyan jî heman rewş jiyaye. Di rojên borî de em hatin cem hev û dema min rewş vegot xwişkên min yên din jî û xaltî û bixaltiya min jî heman tişt gotin. Bi vî awayî rewş aşkera bû. Rewşeke gelek xirab bû divê ku em bêdeng nemana."
 
'Bi hêviya ku cezayekî giran bigire me gilî kir'
 
S.diyar kir ku pitre wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê daye û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Dema ku me bihîst serbest hatiye berdan em gelek xemgîn bûn. Bi hêviya ku wê cezayekî zêde bigire me gilî kiribû. Di îfadeya xwe de gotiye 'Ji bo pere derew li min kirine'.  Li gel îşkenceya li me kir jî me hemûyan xwend û îro pişeyekî me heye .Pêdiviya me bi pereyê wî tune ye. Em hemû karê me heye û rewşa me ya aborî baş e.  Li gel ku di malbata wî de hayê gelek kesî pê heye jî dengê xwe dernaxin. Di dest me de Rapora Tipa Edlî jî heye. Belgeyên fermî di dest me de hene.  Me tu wate neda serbestberdana gûmanbarekî bi  vî rengî ."
 
'Pêdiviya me bi piştevaniya jinan heye'
 
S. Anî ziman ku ew ê heta dawî ji bo ku gûmanbar bê cezakirin têkoşîna xwe berdewam bikin, lê dixwazin ku jin jî li gel wan cih bigirin û piştgiriyê bidin wan û ev tişt got: "Pêdiviya me bi piştevaniya jinan heye. Piştî ku bûyer hat bihîstin di serî de ji Edene û Mêrsînê ji gelek cihan jinan  piştgirî da me û rêxistinên jinan bi me re bûn alîkar. Ez di baweriya ku bi piştevaniya jinan wê kesên bi vî rengî bê ceza nemînin."
 
'Li dayika me jî fuhuş ferz kir'
 
H.ya ku ji 6 salî heta 20 salî bi êrîşa zayendî re rûbirû maye jî diyar kir ku ew bi tundiya fizîkî re jî rûbirû maye, dema ku 20 salî bûye bûye bûye şahidê êrîşa zayendî ya li dijî xwişka xwe jî û wiha berdewam kir: "Ez  sibehekê rabû, min dît ku dengê şopekê ji hundir tê. Dema ku ez ji xwe ditirsiyam dengê şopê biriya. Êrîşkar çûbû odeya xuşka min. Min got qey ez ê bimirim .Tişta hat serê me derûniya me ser û bin kir .Gelek mexdûrên wî hene lê ji ber ku ditirsin dengê xwe nakirin. Her rojê li dayika min dida lê pitre em hîn bûn ku fihûş jî lê ferz kiriye .Em dixwzin ku edalet pê bê û bi cezayê herî giran bê cezakirin."
 
'Em ê bibin şodarên bûyerê'
 
Endama Melisên Jinan a Mêrsînê û ya Emê Kuştina Jinan Rawestînin Ozge Çabuk, diyar kir ku heta gûmanbar bê girtin û cezayê herî giran lê bê birîn ew ê dozê bişopînin û li gel mexdûran cih bigirin.