Cenazeyê Kubar Hecîzade nedan malbata wê

  • 14:02 12 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Cenazeyê şervana YJA STAR'ê Kubar Hacîzade ku li bejahiya Licê jiyana xwe ji  dest da, nedan malbata wê ya ku ji rojhilatê Kurdistanê hatin
 
Endama Şervana YJA STAR'ê  Kubar Hacîzade (Rojda Cudî) di 24’ê Îlona 2019’an de bi du hevalên xwe re li Liceyê jiyana xwe ji dest dabû.  Piştî bûyerê ji herêma operasyonê 3 cenaze anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê.  Piştî malbata Nevîn Gungormuş û Fîlîz Aydemîr cenazayên zarokên xwe teşhis kirin ji morga nexweşxaneyê  girtin. Lê hêj yek ji cenazeyê ku ji herêma operasyonê anîbûn nexweşxaneyê li morga nexweşxaneyê tê ragirtin. 
 
Pişti 12’ê Çileyê nasnameya wan di çapemeniyê de jî hat aşkerekirin, bavê Kubar Hacîzade, Elî Hacîzade ji bo ku cenazeyê keça xwe bigire di 27’ê Çileya 2020’an de ji  Makuyê hat Amedê û serî li MEBYA-DER’ê da. Pişt re wekalet da parêzer û xwest li dosyaya keça wî binêre. Di 28’ê Çileya 2020’an de bav Hacîzade bi parêzer re çû Fermandariya Cendermeyan a Amedê pişt re çûn serî li dozgeriyê dan. Dozger jî ji bo testa DNA ew şandin nexweşxaneyê. Bav û parêzer di 29’ê Çileya 2020’an de çûn Fermandariya Cendermeyan a Amedê û ji wir jî derbasî Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê bûn û xwîn dan. 
 
Bav Alî Hacizade ku 15 roj berê ji Maku hat Amedê û xwîn da, dîsa vegeriya Makuyê. 15 roj di ser serlêdanê re derbas bû lê hêj encama testa DNA’yê diyar nebûye. Cenaze jî li morgê tê rawestandin.