Ji bo 15'ê Sibatê li Dêrikê semîner hat dayin

  • 15:00 12 Sibat 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, şêniyên bajarê Dêrikê semîner dan.
 
Şêniyên bajarê Dêrikê yên Kantona Qamişloyê  ji bo danasîna armancên komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, semîner dan. Semîner li navenda Çand û Hunera Ş. Dicle bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên civakî, hat dayin.
 
Semîner bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Piştre li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  Ahmed Hemze li ser jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û roja 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha dom kir: "Ev 21 sal in ku komploya navneteweyî li ser Rêberê me hatiye meşandin. Serokê me her tim di dil û mêjiyê me de dijî. Em ê her tim ji bo azadiya serokê xwe têbikoşin."
 
Semîner bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.