Ciwanên Kobanê ji bo komploya 15'ê Sibatê dest bi meşa dirêj kirin
- 15:15 12 Sibat 2020
- Rojane
KOBANÊ - Tevgera Ciwanên Şoreşger li Herêma Firatê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan, dest bi meşa dirêj kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê, bi tevlîbûna ciwanên bajarê Reqa û Minbicê bi dirûşma “Dijî kompiloya 15'ê Sibatê serî hilde, şer bike, azad bibe”, ji bo şermezarkirina kompiloya navnetweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, meşeke dirêj li dar xistin. Ciwan li pêşiya navenda Şaradariya bajarokê Sirînê kom bûn û bi dirûşmê"Bê Serok jiyan nabe", dest bi meşa xwe kirin. Meş wê sê rojan dewam bike.
Di meşêde wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Çalakvanan berê xwe dane gundê Boxazê û wê li wir şano di derbarê Kompiloya Navneteweyî de bê pêşkêşkirin. Wê meşa dirêj îro li gundê Boxazê bê rawestandin û sibê wê meş ji gundê Boxazê dest pê bike û ber bi bajarokê Tilxezalê biçe.
Roja sêyemîn jî, wê meş ji bajarokê Tilxezalê dest pê bike û li gundê Elpelurê wê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.
Tê payîn ku Tevgera Ciwanên Şoreşger dê meşa xwe li gundê Elpelur yê Rojavayê bajarê Kobanê ku yekemîn car Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbasî wir bûye, bi dawî bikin.







