TJA berî 8'ê Adarê li Pirsûsê bi jinan re hat gel hevdu

  • 15:33 12 Sibat 2020
  • Rojane
RIHA - Aktivîstên TJA'yê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi jinan re hat gel hevdu. Jinan diyar kirin ku ew bi rihekî hevpar têkoşîna 8'ê Adarê pêşwazî dikin û wiha gotin:"Tevî hemû êrîşan sala 2019'an wekî serîhildana jinê bi dawî bû."
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya HDP'ê ya Pirsûsa Rihayê bi jinan re hat gel hevdu û civîn pêk anî. Aktivîstên TJA'yê, Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Emine Çetiner û gelek jin beşdarî civînê bûn. Di destpêkê de Emine axivî û got:"Em wekî jinên Pirsûsê tu carî gavê paş de navêjin. Em ê 8'ê Adarê bi rihê serîhildanê pêşwazî bikin."