Aktivîstên TJA'yê Ayşe Gokan bi tilîliyan pêşwazî kirin

  • 15:39 12 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokan çû serdana Koordinasyona TJA'yê ya Amedê. Aktivîstên TJA'yê Ayşe Gokan bi tilîliyan pêşwazî kirin.
 
Piştî 3'emîn konferansa TJA'yê Ayşe Gokan wekî Berdevka TJA'yê hat hilbijartin. Berdevka TJA'yê Ayşe Gokan çû serdana Koordinasyona TJA'yê ya Amedê. Aktivîstên TJA'yê Ayşe Gokan bi tilîliyan pêşwazî kirin. Jinan Ayşe bi kulîlkan jî pêşwazî kirin. 
 
'Divê em serîhildana jinê mezin bikin'
 
Ayşeyê diyar kir ku divê jin li dijî polîtikayên şerên taybet rêxistinbûyina xwe mezin bikin û wiha got:"TJA di encama dîrokek dirêj de hat avakirin. Persiyariya me heye ku em serîhildana jinê mezin bikin. Divê em serîhildana jinê mezin bikin. TJA ji bo rêxistinbûyina jinê mezin bibe hewil dide. Bila hemû jin di bin banê TJA'yê de werin gel hevdu û hêza xwe mezin bikin."
 
Piştî axaftina Ayşe dirûşmên "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.