'Êrîşên dewleta tirk berdewamiya komploya navneteweyî ye'

  • 16:14 12 Sibat 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca pênasekirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Kongreya Star a kampa Waşokanî semînerek da.
 
Di 15’ê sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî hate dîlgirtin û radestî dewleta tirk hat kirin. Bi armanca pênasekirina komploya navneteweyî a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Kongreya Star a kampa Waşokanî semînerek da. Di semînerê de endam û rêveberên meclisa Waşokanî û bi sedan şêniyên kampa waşokanî beşdar bûn. Semîner ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Nida Salih ve hate dayîn.
 
'Êrîşên li ser herêmê berdewamiya komploya navneteweyî ye'
 
Nida di semînerê de roja 15’ê sibatê 1999’an pênase kir û teqez kir ku komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dijî mirovahiyê ye û wiha got: "Roja 15’ê Sibatê ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha Rojhilata Navîn rojek reş tê dîtin. Dewleta tirk a dagirker bi dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest gelê herêmê an tevgera azadiyê ya ku li ser bingeha netewa demokratîk û azadiya Kurdistanê kar dike û li dijî koletî û desthildariyê têkoşîn dike hilweşîne, lê armancên dewletên navneteweyî pêk nehat, ji ber ku fikir û felsefeya Rêbertî di nava cihanê de belav bûye û  sîstemek demokratîk hatiye rûniştandin. Êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê berdewamiya komploya 1999’an e. Bêdengiya dewletên navneteweyî li dijî van êrîşan tê wateya ku dibin masê de komployek li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin. Li hember van kiryaran gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta berxwedanê hilbijartiye û ji bo azadiya Rêber Ocalan di nava têkoşîn û berxwedanê de ye."
 
Semîner bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
Her wiha bi armanca danasîna roja 15’sibatê li  navçeyên bajarê Hesekê  Giwêran, Til Hecer, Salihiyê û Kelasê jî semîner hatin lidarxistin.