Jin li dijî 14'ê Sibatê serî radikin
- 16:38 12 Sibat 2020
- Rojane
STENBOL - Platforma Jin bi hev re bi hêz in, dê di 14'ê Sibatê Roja Hezkiriyan de li dijî zihniyeta serdet a mêr serî radikin û li Îskeleya Emînonuyê ya Kadikoyê çalakî li dar dixin.
Platforma Jin bi hev re bi hêz in, dê di 14'ê Sibatê Roja Hezkiriyan de serî rakin û li Îskeleya Emînonuya Kadikoya Stenbolê bi civin. Çalakiya jinan dê di saet 19.30’an dest pê bike. Jin ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê kirin. Di daxuyaniyê de jinan destnîşan kir ku dê mêr bi diyariyên cûrbicûr 'Hêza hezkiriyê' nîşan bidin û wiha hat gotin: "Gelo ev diyarî dê her tiştî bide efû kirin? Li dijî zîhniyeta serdest a mêr em serî radikin. Serî rakirina me ne tenê di roja 14'ê sibatê de, em ê her roj serî rakin."
Platform di daxuyaniya xwe de da zanîn ku şîdet, êrîşa zayendî û metingerî bi navê evîn û malbatê tê ambelaj kirin û wiha hat diyar kirin: "Serî rakirina jinan a 14'ê Sibatê girîng e. Wekî salên borî em jin dê bi jinan re li qadan bin û daxwazên xwe bînin ziman. Em bi sozê ku hatî dayîn, diyariyên ku hatî dayîn na, em bi azadî, wekhevî, piştevaniyê re mezin dibin û bi hêz dibin."







