Keça êzidî ji destê çeteyan hat rizgarkrin

  • 17:49 12 Sibat 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Jina êzidî ya ciwan ku di fermandê de ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê dîl hat girtin hat rizgarkirin û anîn Şengalê. Keça hat rizgarin ji aliyê TAJÊ ve radestî malbata xwe hat kirin. 
 
Di 14'ê Tebaxa  2014'an ferman li civaka êzidî hat rakirin . Di fermanê da jin û zarok ji alîye çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin. Gelekan ji van ji bo ku nekevin deste çeteyan davî li jiyana xwe anîn. Lê bi berxwedaniya hezên QSD, YPG, YPJ jin û zarokên êzidî tên rizgarkirin, tên ser axa xwe ya pîroz. Jina êzîdî ya bi navê  Melek Saît Dexîl ku di fermanê de ketibû destê çeteyan  ji alî Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî (TAJÊ) radestê malbatê hate kirin.
 
Meleke ku rizgar bû di bandora şerê taybet ya DAÎŞ da zimanê xwe dayikê bir kiriye. Erebî diaxwîfî ya. Bi kurtasî behsa hin tişta kir.
 
Melek Saîd Dexîl  ku behsa serpêhatiya xwe ya dema ketiye destê çeteyên DAÎŞ'ê kir, got ku gelek tişt naye bîra wê lê eşa herî zehmet êşa dayika wê bûye û wiha got: “ Em dû xwûş û birayek in. Gelek tişt naye bîra min. Em diçun Hecîn û Baxoz. Dayka min bi lê dana bombebarana hewayî jiyana xwe ji det da û ev ji bîra min naçe."
 
'Em hêvî dikin ku hemû jinên ciwan bên rizgarkirin' 
 
Di merasima radestkirinê de li ser navê  TAJÊ Riham Hesen axîfî û wiha got: “ Di serîda em dibînin ku heta  keçekê êzîdî tê rizgarkirin gelek zehmeti, ji alîye hezên QSD, YPG,YPJ'ê û  Mala Êzîdiyan tê dayin. Em di serîda spasiya wan dikin ku ji bo zarok û keçin êzîdî werin rizgarkirin canê xwe feda bikin. Îro jî em rojeke gelek pîroz dibînin. Rizgarbûna keçekê, zarok, jinekê ji bo me civaka êzîdî cihê şadî û dilxweşiyê ye. Em ê niha jina ciwan radestî malbata wê bikin bikin. Hêviya em ew e ku keç û zarokên Êzîdî ku ketine destê çeteyên DAÎŞ'ê  hemû azad bibin.”
 
Malbata  Xalit Elo axîfî jî kêfxweşiya xwe anî ziman û ev tişt hat gotin: “ Ev ne yekem care ku zarokên me keç û xizmen me ji deste DAÎŞ'Ê rizgar bun  bi keda QSD, YPG, YPJ radestî me hatin kirin.  Em spasiya Mala Êzîdıyan, Hêzên QSD,YPG, YPJ'ê dikin.”