TAJÊ komploya navneteweyî şermezar kir

  • 17:51 12 Sibat 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Bi minasebeta salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberî PKK'ê Abdullah Ocalan Tevgera Azadiya Jinên Êzidî daxuyaniyek dan û gotin: "Bi hewldanên tasfiyekirina tevgerê bi ser neketin. Bi çeteyên xwe yên wekî DAÎŞ’e bi ser neketin, bi şerê xwe yê leşkerî bi ser neketin û bi hedef girtina peşêngên gelê kurd û qadroyên tevgerê jî bi ser nakevin."
 
Tevgera Azadiya Jinên ÊzidÎ (TAJÊ) bi minasebeta salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyanî ji hêla endama TAJÊ Delîla Axîn vê hate xwendin. 
 
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "15'ê Sibatê salvegera Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. 21 sal li ser komployê derbas bû. Di şexse Rêber Apo de tê xwestin ku vîna gel, pêşketina Tevgera Azadiya Jin û bi giştî civaka azadixwaz teslîm bigirin. Lê ji ber ku Rêber Apo bi xebatên xwe yên bi dehan sala di nav gel û tevgere de bingehekî xurt û li ser heqîqata jiyane avakiribû. Dijmin ne dikari bi girtina wî tevgere fes bike û gel bixwe bin serweriya xwe.
 
Fikir û ramane Rêber Apo ne tenê di nava civaka Kurd e di nav cîhanê de tesîra xwe avakiribû. Îdeolojiya jina azad û civaka azad bibû. Ji bo hemû gelan û bi taybetî ji bo îdeolojiya azadiya jin bû heviyek, ji bo hemû jinên cihanê. Li seranserê cîhanê bi taybetî gelê kurd bi çalakiyên xwe û çalakiyên fedayî xwedî li Rêber Apo derketin. Di nava dîroke de cara yekemin gel li seranserê cihanê bi vî awayî xwedî li rêberê xwe derdikeve. 
 
Ji bo dijmin tola xwe rake heya roja me ya îro bi erîşên hovanê berê xwe didin gelê Kurd û civaka Êzidî. Bi hewldanên tasfiyekirina tevgerê bi ser neketin. Bi çeteyên xwe yên wekî DAÎŞ’e bi ser neketin, bi şerê xwe yê leşkerî bi ser neketin, bi dagirkirina Bakur û Rojhilate Sûriyeyê bi ser neketin û herî dawî jî bi hedef girtina peşêngen gelê kurd û qadroyên tevgerê jî bi ser nakevin. 
 
Em wek TAJÊ komploya navneteweyî şermezar dikin. Bi soza tolhildana şehîden xwe yên qehreman em e vê komploye vala derbixin û azadiya Rêbere gelan Rêber Apo misoger bikin.  Xwedî derketina Rêber Apo xwedî derketina vîn û heza xwe ye. Azadiya Rêber Apo azadiya jin û civake ye.”