Çîroka têkoşîna Dayika Caziya ya bi kedek mezin hatiye honandin
- 09:02 13 Sibat 2020
- Rojane
Roj Hozan
QAMIŞLO - Dayika bi navê Caziya Silêman a ji Qamişloyê ye di sala 1990’î de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re rûniştiye. Dayika Caziya bi hestên xwe yên germ çîroka qehremaniya xwe anî ziman û got: "Min soza domandina têkoşînê bi Rêberê xwe re da û di oxira têkoşîna doza kurd de min 2 zarok û 3 bira feda kirin. Ez wisa layiqî doza azadiyê derketim, soza min bi cih hat."
Dema ku mirov di nava civaka kurd de digere, mirov rastî dayikên bi rûmet û bi heybet tê. Ji mêzekirina wan xeyalên destanên qehremaniyê tê ber çavê mirov û ji germahiya dilê wan mirov kêliyekê diçe qadên têkoşîn û berxwedanê. Mînaka wê jî dayika Caziya Silêman a li bajarê Qamişloyê dijî û bi temenê xwe 67 salîye. Dayika Caziya ji salên demdirêj ve di nava ked û têkoşînê de ye û ji mala wê her banga tililiyên ji bo pakrewanan kêm nebûne. 3 bira û 2 zarokê xwe fedayî doza azadiyê kiriye û bi serfiraziyeke mezin, bi gotinên xwe bi xemla serkeftinê bi lêv dike. Germahiya silava destê wê dilê mirovan geş dike û gotinên wê hema mirov dixwaze lê guhdar bike. Êşa dilê xwe bi hûnandina girêdana bi dozê ve rehet dike û rondikên çavan bi xeyalên dîtina Rêberê xwe dibarîne. Me li çîroka Dayika Caziya ya bi têkoşîn û kedê hatiye honandin guhdar kir.
'Birayê min ez fêrî naskirina tevgera azadiyê kirim'
Dayika Caziya di destpêka gotinên xwe de li ser jiyana xwe û malbata xwe axivî û wiha got:" Di nava jiyanê de min temenê xwe li gundê Qeretepe yê navçeya Amûdê nêzî 30 salî, derbas kir. Ez bi lawê mamê xwe re zewicîm û 7 zarokên min hatin dinê. Ez jî weke gelek dayikan li ser çanda kurdî mezin bûm. Bi jiyanê re ez di nava tevgerê de bûm û min malbata xwe xwedî dikir. Naskirina min ji tevgera azadiyê re ji salên demdirêj ve ye. Bi rêya birayê min Xurşîd yê ku niha pakrewanek ji pakrewanên azadiya Kurdistanê ye, min tevger nas kir. Wê demê ez bêtir li ser hemdê xwe bûm û birayê min jî min fêrî naskirina tevgera azadiyê dikir."
'Rawestandin ji min re tune bû'
Dayika Caziya di dewamiya axafina xwe de qala tevlîbûna xwe ya di nava xebatê de dike û wiha dibêjê: "Piştî şehadeta birayê min ez bi rengekî fermî derbasî nava xebatê bûm. Min erka xwe dida meşandin. Di nava civakê de ez xwedî gotin bûm û min gelek malbat kişandin nava xebatê. Rawestandin ji min re tune bû. Min jiyana xwe tenê kire erk û xebat. Her ku malbatek derbasî nava xebatê dibû, min hestên serkeftinê di hundirê xwe de mezin dikir. Ji ber Gelê Kurd gelek zilim dîtiye û pêwîst bû em qehremanên şoreşê pêş bixin û li peyî wan bibin esasê avakirina şoreşa rizgariya Kurdistanê. "
'Ji sekna Serokatî bêhna bayê azadiyê li min dida'
Dayika Caziya bal kişand ser dîtina bi Abdullah Ocalan re û wiha got: "Di sala 1990’î de ez û malbata xwe ber bi rêka Lubnanê ve ketin. Wê demê her du birayên min Tahir û Şahîn jî piştî şehadeta Xurşîd berê xwe dane welat. Dema em gihaştin gel Rêbertî, min ji xwe re xeyal dikir bê çawa ye? Rêbertî derbas bû û di wê kêliyê de ronahiya çavên min şewq da û dilê min kelecanek mezin girt. Serok Apo mirovekî gelekî bi qîmet e. Ji sekna wî bêhna bayê azadiyê li min dida. Ji gotinên wî ez fêrî qehremaniyê dibûm û di nav de min xwe mezin didît. Dibe wê demê me baş ji Rêberê xwe fêm nedikir, lê niha gotinên wî her roj di bala min re derbas dibe û wateyeke cuda jê digirim. Serokatî digot: "Min bîrek bi derziyê koland û kaniya wê ji were vekir, êdî li kaniya xwe miqate bin û nehêlin ku bixitime" Tiştê ji me re digot îro hemû li ser erdê, pêk hat. Ev jî ji encamên keda wî bû. "
'Min zarokên xwe fêrî şoreşgertiyê kirin û ez ne poşman im'
Dayika Caziya wiha dewam kir:" Dema ez ji gel Rêbertî vegeriyam malê, ez ji xwe re hizirîm ku divê para min jî ji vê dozê hebe û min lawê xwe Yasir bi ser rêka şoreşê xist. Lawê min jî ev xwesteka wî bû û ez jê re nebûm kelem. Min ji zarokên xwe re got di wê baweriyê de kîjan ji we biçe welat, ez bi we serfiraz bim. Ji ber min soza domandina têkoşînê bi Rêberê xwe re daye û ez wisa layiq derketim. Piştî du salan Yasir şehîd bû, ez xemgîn nebûm û min nîşana serkeftinê bilind kir. Piştî lawê min û keça min Leyla di şaredariya gel de dixebitî û di encama teqîna çeteyên DAIŞ’ê de li Qamişloyê şehîd bû. Min zarokên xwe fêrî şoreşgertiyê kirin û ez ne poşman im."
'Bila jiyaneke bi rûmet be û mirineke bi watedar be'
Dayika Caziya gotinên xwe bi barandina rondikên li ser giyanê pakrewanan bi dawî kir û wiha got: "Axa Kurdistanê hêja ye ku mirov ewqas bedelan di ber de bide. Min soza xwe bi Rêberê xwe re bi cih anî û 3 bira û 2 zarok fedayî axa pîroz, kir. Ez ê her bi vê watedariyê re bijîm û ji doza şoreşê venagerim. Mirin carek e û jiyan jî carek e, bila jiyaneke bi rûmet be û mirineke bi watedar be."







