'Gelê Kurd 21 sal in li dijî komploya navneteweyî li ber xwe didin'
- 09:04 13 Sibat 2020
- Rojane
Xezne Celal
KOBANÊ - Jinên siyasetmedar, pedagok û hiqûqnas 21’emîn salvegera komploya navneteweyî nirxandin û gotin: "Dewletên navneteweyî bi rêya komploya li dijî Rêber Apo xwestin Gelê Kurd tune bikin û wan bê maf bihêlin. Lê gelê Kurd 21 sal in li dijî komloyê li ber xwe didin û têdikoşin."
Di encama lihevkirina Emerîka, Israyîl, Tirkiye, Rûsya, NATO'yê de komploya navneteweyî li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an hat destpêkirin. Di encama lihevkirina dewletên navneteweyî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de li paytexta Kenyayê hat girtin û radestî dewleta tirk hat kirin. Dewleta tirk ji 2015’an ve tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dide meşandin û hemû zagonên navneteweyî binpê dike. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve dewleta tirk rê nade parêzer bi Abdullah Ocalan xwe re hevdîtin pêk bînin. 21 sal in komploya navneteweyî di kesayetê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ser Gelê Kurd tê meşandin. Di roja me ya îro de jî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê berdewamiya komployê ye.
Bi boneya 21’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Endama Komîteya Jinên Partiya Çep li Kobanê Sunya Îbrahîm, Endama Dîwana Edaleta Civakî ya Kobanê Zozan Qedûr û pedegoka derûnî Şerîvan Omer bersiva pirsên ajansa me dan.
*Komploya navneteweyî ya ku di kesayeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser tevahî Gelê Kurd tê meşandin, hûn çawa dinirxînin?
Sunya Îbrahîm: Roja 15’ê Sibatê ji bo Gelê Kurd rojeke reş e. Ji ber ku di vê rojê de Rêber Apo bi destê dewleta tirk û dewletên navneteweyî dîl hat girtin. Armanca dewletên navneteweyî ji vê komployê ew e ku Gelê Kurd tune bikin û wan bê nasname bihêlin. Her wiha rêgirtina li pêşiya belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Lê Gelê Kurd li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirin û li ber xwe dan. Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe li tevahî cîhanê xwe dan naskirin. Komploya navnetewî ji aliyê Gelê Kurd ve têk çû. Piştî têkçûna komployê vê carê dewleta tirk bi komên çeteyên girêdayê xwe êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê kir. Ji ber gelê Rojava projeya netewa demokratîk a ku Rêber Apo pêşkêş kir pejirandin. Di pergala Rêveberiya Xweser de hemû pêkhateyan maf, azadî, ziman û çanda xwe bi dest xistin. Li hember her cure êrîşên çeteyan gelê Rojavayê Kurdistanê li ber xwe dan û çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune kirin.
*Piştî 21 sal li ser komploya navneteweyî re derbas bû, di salvegera komployê de dewleta tirk xwest komployê zindî bike û êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê dike, hûn van êrîşan çawa dinirxînin?
Sunya Îbrahîm: Piştî jiyana hevbeş û wekhevî di navbera pêkhateyan de hat avakirin, dewleta tirk di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de êrîşî Serêkanî û Girê Spî kir. Armanca dewleta tirk vê carê tunekirina projeya netewa demokratîk, derxistina tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de û guhartina demografiya herêmê ye. Her wiha êrîşên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê berdewamiya komploya navneteweyî ye. Dewleta tirk û hevkarên wê di êrîşan de hemû kiryarên dijmirovî û neexlaqî di derheqê sivîlan de dikin. Mal û milkên welatiyan talan û wêran kirin. Bi hezaran şêniyên herêmê dan koçberkirin. Dewleta tirk û hevkarên wê di êrîşan de her tim jinên pêşeng, siyasetmedar û YPJ’ê hedef digirin. Ji ber jinan li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirin. Dewletên navneteweyî berî 21 salan li hemberî komploya li ser Rêber Apo bê deng man û tiştek nekirin. Îro jî li hember êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê bê deng in.
*Ji 2015’an ve tecrîdeke girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, ne malbat ne jî parêzer nikarin biçin hevdîtinan û dewleta tirk hemû zagonan binpê dike. Hûn wek parêzer vê rewşê çawa dinirxînin?
Parêzer Zozan Qedûr: Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin ji derveyî zagonên navneteweyî ye. Li gorî zagonên navneteweyî mafê her girtiyekî heye ku malbat û parêzer hevdîtinan pê re çêbikin. Lê dema ku mijar dibe Rêber Apo û Gelê Kurd zagonên navneteweyî tên binpêkirin. Rêber Apo ji 1999’an ve heta roja me ya îro li Îmraliyê dîl hatiye girtin. Ji ber ku doza maf û azadiya Gelê Kurd dike. Mafê Rêber Apo ye ku parêzerên wî parastin û doza mafê wî bikin, lê dewleta tirk rê nade ku parêzer bi muwekilê xwe re bi awayekî serbest hevdîtinê pêk bînin. Lê dema ku dewleta tirk dikeve tengasiyan rê dide parêzeran ku hevdîtin bikin. Lê ew hevdîtinên ku tê kirin jî tenê ji bo berjewendiyên dewlata tirk in.
*Bandorên neyînî yên tecrîda girankirî çi ne?
Şerîvan Omer: Bandorên neyînî yên tecrîdê gelek in. Him di aliyê derûnî û him jî di aliyê bedenî de ev bandorên neyînî xwe didin der. Dema ku zext li ser derûnîyê hebe bandorên neyînî li ser bedenê dike. Dema ku zext û zor li ser bedenê hebe bandorên neyînî li ser derûniya mirov dike. Dema ku tecrîd li ser kesekî were ferzkirin, li hember tecrîdê li ber xwe nadin û her ku diçe bandorên tecrîdê zêde dibin. Lê kesayetek wek Rêber Apo evqas sal e tecrîda girankirî ji aliyê dewlta tirk ve li ser tê meşandin li ber xwe dide. Fikir û felsefeya xwe li tevahî cîhanê belav kir. Ger mirovek di aliyê bawerî, bîrdozî û çanda civakî de ne xurt be nikare li beranberî tecirîtek bi vî rengî yek salîseyê li ber xwe bide. Lê Rêber Apo ne tenê kesek e, di heman demê de gelek e û bi zanebûna dîrokî li beranberî tecrît û komploya navneteweyî li ber xwe dide.







