Foza Yûsif: Bi komployê xwestin Gelê Kurd bê perspektîf û bê îrade bihêlin(2)

  • 09:12 13 Sibat 2020
  • Rojane
Roj Hozan 
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Foza Yûsif, rewşa geşadanên li Kurdistanê û girêdana wê ya bi  komploya 15’ê Sibatê ve nirxand. Fozayê bal kişand ser bandora komploya li ser Gelê Kurd û wiha got:"Komploya 15’ê Sibatê destpêkirina qirkirineke nû ya li ser Kurda ye. Bi komployê xwestin Kurdan bê perspektîf û bê îrade bihêlin. Li hember vê yekê têkoşîn derxistina pêş a erka Gelê Kurd e. Hêzên derve heta niha tu projeyên wan ên ku gelan ji bindestiyê rizgar bikin û pêşerojeke aram ava bikin tune ne. Netewa demokratîk kilîta çareseriyê ye." 
 
Geşedanên ku li Kurdistanê rû didin û girêdana wê ya bi komploya 15’ê Sibatê ve ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, her wiha vîna gelan ji bo parastina xeta demokrasiyê û netewa demokratîk, Endama Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûsif ji bo van mijaran nirxandin kir.   
 
Di berdewamiya gotibêja bi Foza Yûsûf beşda 2'yem de Fozayê bal kişand ser komploya 15’ê Sibatê ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin. 
 
Di Kurdistanê de şerekî dijwar tê meşandin. Vî şerî îro dest pê nekiriye û ji mêj de ye. Gelek pêvajo bi Kurdan re dest pê kir û wisa derbasî tevahî Rojhilata Navîn bû. Ev rastiyek e. Şerê ku li hemberî Kurdan hat meşandin û komkujiyên ku hat kirin, bi awayekî şênber di pilangeriya komploya 15’ê Sibata 1999’an de pêş ket. Bi derketina birêz Ocalan a ji Sûriyeyê, ji wê demê de mudaxeleyek li ser Rojhilata Navîn çêbû. Ji bo ku eniya Sûriyeyê lawaz bibe, pir zextek mezin li ser Sûriyeyê hat kirin ku birêz Ocalan ji Sûriyeyê derkeve. Bi vê mijarê re, esas pêvajoya mudaxeleya herêmê mirov dikarê bêjê hîn bêtir bi rengekî xurt  di 15’ê Sibatê de derket pêş."
 
*Têkiliyek çawa di navbera şerê li Rojhilata Navîn û Komploya 15'ê Sibatê de heye?
 
Di herêma Rojhilata Navîn de tevgera azadiyê û fikrê birêz Ocalan xwedî bandor bû. Îro em dibînin rewşa herêmê bi tevahî ber bi xerabûnê ve diçe. Ne tenê rewşa kurdan rewşa tevahî gelên ku di herêmê de dijîn, di xeteriyê de ye. Di destpêkê de fêmkirineke wisa hebû ku tenê kurd tên hedefgirtin û bi civakên din jî ev tişt dabûn fêmkirin. Bi demê re êrîşa li ser kurdan dest pê kir û li ser tevahî herêmê berdewam kir. Mirov dikarê bêjê pilangeriya 15’ê Sibatê îlankirina şer a li hember hebûn, nasname û îradeya siyasî ya Gelê Kurd e. Dixwestin di şexsê birêz Ocalan de civakeke bê îrade û bê perspektîf  ava bikin û wan bi komkujiyan re rû bi rû bihêlin." 
 
'Pêwîst e em  dîroka xwe û tiştên ku diqewimin bi hev girê bidin'
 
Di meha sibatê de li hemberî serhildana Şêx Seyid jî komplo tê kirin. Di dîroka 9’ê Cotmehê de roja ku birêz Ocalan ji Sûriyeyê derketiye, êrîş li ser Girê Spî û Serêkaniyê hatin kirin. Pêwîst e Kurd van dîrokan ji bîr nekin. Dijminên me van rojan pir baş pilan dike û bi hev girê dide. Pêwîst e em jî dîroka xwe û tiştên ku diqewimin bi hev girê bidin. Ger em bixwazin pilangeriya li ser kurdan vala derbixin  û bê encam bikin, pêwîst e em sîstema ku li Îmraliyê tê meşandin, bişkînin. Şerê li ser kurdan yê herî bi sîstem li ser Îmraliyê tê meşandin û li ser  tevahî kurdan belav dibe. Komploya 15’ê Sibatê destpêkirina qirkirineke nû ya li ser kurda ye. Li hember vê yekê derxistina pêş a têkoşînê erka Gelê Kurd e. Rewşa li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî bi awayekî eşkere vê heqîqetê derdixe holê."
 
*Abdullah Ocalan dibêje çareseriya Rojhilata Navîn Netewa Demokratîk e. Pratîka vê yekê dibe sedema tevgerek çawa ya dewletên global?
 
Bê gûman di dema me ya îro de, hêzên derve û yên herêmî jî heta niha tu projeyên wan ên ku gelan ji bindestiyê rizgar bikin û pêşerojeke aram ava bikin tune ne. Derveyî perspektîfên netewa demokratîk, perspektîfên din hemû li ser faşîzmê û tunekirina nasnameyan  xwe didin rûniştandin. Herêma me pêwîstiya wê bi paradîgmayeke nû heye. Ger nexşeya rêya me nerast bê pêkanîn, wê  xerabiyên mezin bi xwe re derbixe holê. Sedema me ya bingehîn a di pirsgirêka Rojhilata Navîn de  netew-dewlet e. Li hember netew-dewletê pêwîst e alternatîfên nû bên pêşxistin, yan jî  wê ev pevçûnên di navbera gelan, mezheb û olan de ji holê ranebe û her roj wê yekê din tune bike. Ji bo wê perspektîfa netewa demokratîk a ku birêz Ocalan pêşkêş kiriye ji bo tevahî gelê herêmê kilîta çareseriyê ye." 
 
'Netewa demokratîk kilîta çareseriyê, azadiyê û wekheviyê ye'
 
Projeya netewa demokratîk xwe naspêre yeknasname û yekrengî. Tevahî nasnameyên Rojhilata Navîn digire nav xwe. Ev dewlemendî ji bo herêma me ne kêmasî ye. Hêzên desthilatdar ji bo ku hegemonya xwe pêş bixînin hemû nasnameyan dikin dijminên hev. Netewa demokratîk kilîta çareseriyê, azadiyê û wekheviyê ye. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn encax bi perspektîfên netewa demokratîk bên çareserkirin. Di nava tabloya Rojhilata Navîn de,  ger ku rengên heyî bi awayekî rast xwe bi rêxistin bikin, em ê di warê aborî, siyasî û civakî de pêşketinên mezin bi dest bixin. Em bi perspektîfên netewa demokratîk cîhaneke baştir ava bikin." 
  
'Hêzên desthilatdar sîstema demokratîk weke tehdîd ji bo xwe dibînin' 
 
Hêzên li herêmê hewil didin netew-dewletê biparêzin. Netew-dewlet riziya ye. Di warê aborî û siyasetê de iflas kiriye. Li welatên weke Lubnan, Iraq û Îran tevlîheviyeke mezin heye. Ev hemû encamên netew-dewletê ne. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya netewa demokratîk hêviyekê dide mirovan. Ev sîstem bingeha siyasetek demokratîk ava dike  û dibe bingeha civakeke azad. Di vê projeyê de azadiya jinê jî heye. Hêzên desthilatdar vê yekê weke xeterî  li ser xwe dibînin, ji bo wê bi her awayî dixwazin bifetisînin. Modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîla gelan dike."
 
*Ji bo komplo bi dawî bibe û ji bo avakirina jiyanek nû divê em çi bikin?
 
Ji bo plangeriya navneteweyî li ser birêz Ocalan bi dawî bibe, pêwîstiyeke wisa datîne pêşiya me ku em  li dijî sîstema dijminatiya li ser gelan têkoşîn bikin. Birêz Ocalan ji bo aştî û aramiyê kedeke mezin da. Îmralî kilîta aşîtiyê ye. Ger bixwazin pirsgirêkan li tirkiyeyê çareser bikin, pêwîst e Îmralîyê esas bigirin. Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan, pêwîst e hemû mirovên welatparêz li hember vê sîstema derveyî mirovahiyê, helwestên xwe bidin nîşandan. Rola paradîgmaya Rêber Apo di aşîtiyê de pir pîroz e. Di plangeriya 15’ê Sibatê de xwestin me bê hêvî bikin. Li hember qirkirina dil û mejî  em berxwedanê mezin bikin. Ji bo şikandina komployê kombûyina li derdorê nirxên neteweyî, girîng e. Ger em zext û zordestiya li ser Îmraliyê bi dawî bikin wê azadiya kurdan mîsoger bibe."          
 
Sibehê: Em dikarin jiyana azad a ku gelê me hesreta wê ye ava bikin