Zelal Yerlîkaya: Ev sal dê bibe sala têkoşîn û berxwedana jinê

  • 09:13 13 Sibat 2020
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA’yê Zelal Yerlîkaya, li ser konferansa TJA’yê ku 2 rojan berdewam kir nirxandin kir û wiha got: “Li dijî kedxwariya sedsalê em soz didin ku em ê destkeftiyên jinan biparêzin. Ev sal dê bibe sala têkoşîn, berxwedan û serkeftina jinê.”  
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê bi dirûşma  "Em jin in ji bo azadiya xwe hene" di navbera 1 û 2'yê Sibatê de konferansek ku du rojan berdewam kir li dar xist. Konferans bi tevlibûna 700 delegeyên jin ji herêmê û gelek bajarên Tirkiyeyê hat lidarxistin û gelek mijarên girîng yên wekî  qirkirina jinan, êrîşa zayendî li dijî zarokan, destkeftiyên jinan û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê jinan ve hatin nirxandin.  
 
Aktîvîsta TJA'yê Zelal Yerîlîkaya derbarê Konferansa TJA'yê û xalên girîng ku di encamnameyê de derketin pêş nirxandin kir. Zelal diyar kir ku sedema lidarxistina Konferanseke bi vî rengî daxwaza wekhevî û azadiya jinê, cihanek bê şer û mezinkirina têkoşîna jinê ye.
 
'Jin bi sekna xwe bûn bersiva êrîşan'
 
Zelalê got ku di sala 2019'an de jî jin bûn hedefa êrîşan û wiha berdewam kir: “Di civakê de jin tên qetilkirin û bi polîtîkayên bi cezabûnê cezayên wek xelat ji kujerên wan re tên dayîn, qirkirina jinan û êrîşên zayendî yên li dijî zarokan bûne bûyerên ji rêzê. Ev jî komkûjiya jinê û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan meşrû dike. Îktîdara AKP- MHP'ê li dijî jin û zarokan polîtîkayên taybet dimeşîne. Lê li gel hedefgirtina jinan a ji aliyê îktîdarê ve û êrîşên li dijî jinan sala 2019'an ji bo jinan bû sala têkoşîn û berxwedanê. Ji ber ku jin bi sekna xwe ya serhildêr ji pêvajoyê re bûn bersiva êrîşan. Me bi têkoşîna jinê careke din dît ku bi hevrebûn hêza jinan zêde dike û rêxistinbûna jinan çikqasî girîng e. Me di konferansê de li ser bûyerên li cîhanê, Tirkiyeyê û Kurdistanê çi diqewimin nirxandinan kir. Rol û misyona jinê ya di vê pêvajoyê de û di vî warî de biryarên girîng hatin girtin. Herwiha me biryara ku em li dijî van hemû pêkûtiyan têkoşînê mezin bikin da."
 
'Tecrîda li Îmraliyê jî mijara me bû'
 
Zelalê bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yek ji mijarên me yên bingehîn tecrîda li ser birêz Ocalan bû. Di nirxandinên hatin kirin de jinan tecrîda li ser birêz Ocalan wekî tecrîda li ser xwe nirxand û biryara şikandina tecrîdê derket pêş. Em ê li dijî tecrîdê rêxistinbûna jinê xurt bikin û heta ku tecrîd ji holê bê rakirin têkoşîna xwe bidomînin." 
 
'Em li zimanê xwe xwedî dertên' 
 
Zelalê bal kişand ser girîngiya ziman û got ku wan di konferansê de cihekî girîng dane têkoşîna ji bo parastina ziman, çand û nasnameyê û ev tişt got: " Me biryara ku em ê li her derê zimanê kurdî biparêzin û xebatên çandê jî bikin di konferansê de girt.  Mînak îro çand, ziman, nasnameya me tune tê hesibandin. Me li dijî vê biryara ku em ê çand, ziman û nasnameya xwe biparêzin girt. Em dixwazin ku li ser axa xwe di nav azadiyê de bi nasnameya xwe bijîn. Li dijî kedxwariyê em li ber xwe didin û em ê li berxwe bidin. Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Zelalê di dawiya axaftina xwe de got ku li dijî kedxwariya sedsalî em soz didin ku destkeftiyên jinan biparêzin û li dijî van berxwedana xwe bidomînin. Çawa li Rojava jinên kurd bûn pêşengên şoreşê, ji bo ku hemû jinên cîhanê bên azadkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev sal dê bibe sala têkoşîn, berxwedan û serkeftina jinê.”