Xizmên girtiyan: Li girtîgeha Rîzeyê îşkence hatiye asta ji rêzê

  • 09:15 13 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Malbatên girtiyan der barê zextên li girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê zêde bûne de serî li dozgeriyê dabîm. Bi hinceta ‘girtî dikarin daxwaznameyê binivîsin, van tiştan bînin ziman’ serlêdan hat redkirin. Xizma girtî Nure Terlak wiha got: “Gelo kes van nabîne? Bila dawî li van îşkenceyan bînin. Li Rîzeyê îşkence bûye ji rêzê.”
 
Binpêkirinên mafan ên li hember girtiyên siyasî her diçe zêde dibin. ÎHD’ê diyar kir ku li girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê girtiyên siyasî xistine hucreya yek kesî û di beşên ku girtiyên edlî dimînin de tên girtin. Malbatên girtiyan bertek nîşanî rewşê dan û gotin daxwaznameya der barê binpêkirina mafan de dane jî radestî wan hatiye kirin.
 
‘Li ser girtiyan tenê cilê wan ma’
 
Nure Terlak diyar kir ku kurê wê Necdest Terlak 21 sale di girtîgehê de ye û li girtîgeha Rîzeyê jî zext tu car ranebûn û got: "Her cureyê îşkenceyê li wan dikin. Di mijara xwarin, cil û bergan de di her mijarê de zextan dikin. Ji bilî cilên li ser wan hemû cilê wan girtine. Berê jî ji derbkirinê heta li ser piyan jimartinê her cureyê îşkenceyê li wan hat kirin. Herî dawî roja înê li me geriya û got ‘biçin daxwaznameyê bidin’. Hemû ji hev cuda kirine û xistine koguşên edlî. Girtiyên edlî jî çetel û îskana davêjin ser wan. Kurê min got biçe ‘ÎHD’ê’ bike dewrê. Me li ser vê serî li dozgeriyê da."
 
‘Rîze bi îşkenceyê navdar bû’
 
Nure daxuyakirin ku di 7’ê Sibatê de daxwazname dane û di 10’ê Sibatê de bersiv hatiye û got: “Bersiva dozgeriyê wiha bû ‘girtî dikarin bixwe daxwaznameyê binivîsin, bînin ziman’. Lê em dibêjin ku zagon ne ev e, edalet ne ev e. Her tiştê wan ji wan girtine. Zarokên me ji xwe girtiye, îşkenceyê li wan dikin. Em ê ji bo zarokên xwe serî li her derê bidin. Em ji kê re behsa Rîzeyê dikin, dibêjin li wir îşkence pêş ketiye. Gelo rêveberiya girtîgehê van nabîne. Li Rîzeyê îşkence bûye ji rêzê. Em bang dikin ku bila ev îşkence demildest bi dawî be. Gelo parêzvanên mafê mirovan û parêzer vê nabînin. Zarokên me di bin îşkenceyê de ne. Em ê ligel zarokên xwe bin.”