Li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê: Rewşa girtiyên nexweş di xeterê de ye

  • 11:46 13 Sibat 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
STENBOL - Mesut Çelebî 28 sal in girtiye, rewşa wî ya tenduristiyê jî her ku diçe xirab dibe û nayê tedawîkirin. Xwişka Mesut Azîze Çelebî bang li raya giştî kir û got: "Ne tenê birayê min li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene. Em êdî nikarin li mala xwe rûnen. Divê raya giştî li hemberî girtiyên nexweş bihestiyarî tev bigere."
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), girtîgehên ku kapasiteya wan 220 hezar e, lê belê niha 280 hezar kes li wan girtî ne. 457 girtiyên ku rewşa wan giran bi tevahî hezar 334 girtiyên nexweş hene. Di nav 17 salan de jî 3 hezar 500 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Ji destpêka sala 2017'an heta sala 2019'an li girtîgehê 44 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Yek jî wan Mesut Çelebi nexweşe û rewşa wî jî girane. Mesut, li Bismila Amedê di sala 1972'yan de hat dinê. 28 sal in girtî ye. Di nav 28 salan de li girtîgehên wekî Nevşehîr, Mûş, Yozgat, Erzirum û Rîzeyê ma. Mesut niha li Girtîgeha Rîzeyê ye. Dema dihat sirgunkirin bi zext, şîdet û îşkenceyê re rûbirû dima. Xwişka Mesut Azîze Çelebî ji ajansa me re behsa rewşa birayê xwe kir. 
 
'41 roj îşkence dît'
 
Azîze, destnîşan kir ku dema Mesut hat girtin tu nexweşiyên wî tune bûn û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Mesut di encama teqîna mayînê de pehniya xwe ya aliyê rastê winda kir. Piştre hat binçavkirin û 41 roj bi îşkenceyên dijwar re rûbirû ma. Piştî ev qas îşkenceyan 6 platîn xistin lingê wî. Lê belê niha bi gelek nexweşiyan re rûbirû ye. Nebesiya gurcikan û mîgren jî pê re heye. Her wiha piştî grevên birçibûnê bêtir rewşa wî xirab bû, xwînbûna mîdê derbas kir. Niha rewşa wî pir nebaş e û divê bê tedawîkirin. Ji ber rahna heta paniyê îltîhap jê tê, platîna ku di lingê wî de şikestiye û nikare pêwistiyên xwe yên rojane pêk bîne. Rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe xirabtir dibe."
 
'Piştî grevê rewşa girtiyan xirabtir bû'
 
Azîze, diyar kir ku Mesut di 1'ê adarê de dest bi greva birçibûnê kir û 87 rojan çalakiya xwe domand. Azîze wiha qala rewşa birayê xwe kir: "Piştî ku grevên birçibûnê bi dawî bûn em çûn hevdîtinê. Lê dema em çûn girtîgehê em hîn bûn ku agahiya bi dawîkirina grevê derêng gihaştiye wan. Di dema çalakiyê de jî vîtamîn nehatibûn dayîn. Piştî ku greva xwe bi dawî kirin şorbe, goştê kelandî dane girtiyan. Her kes dizane ku kesên di grevê de bin ji bo wan goşt nayê dayîn. Girtiyan bi derfetên xwe ji bo xwe şorbe çêkirine. Girtiyan bi hewldanên xwe hevalên xwe baş kirine. Mesut ji bo biçe nexweşxaneyê serî li rayedarên girtîgehê dabû, lê ligel ku di ser serlêdana wî re 3 meh derbas bibû jî tu bersiv ji re nehatibû dayîn. Rewşa wî ya tenduristiyê piştî grevê bêtîr ket xetereyê. Li girtîgehê jî roj bi roj zext zêdetir dibin. Xwarin û vexwarina li girtîgehê her ku diçe xirab dibe, lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, nikarin bi rihetî serê xwe bişûn, nikarin ji kantînê ava vexwarinê bistînin û dest datînin ser pirtûkên girtiyan."
 
'Girtî birin cem girtiyên edlî'
 
Azîze, da zanîn ku demek berê bi hinceta li koguşan tadîlat heye girtî birine cem girtiyên edlî û wiha dom kir: "Birayê min ji me re gotibû ji bo rojek dê me bibin cihek, lê negotibûn ku we me bibin cem girtiyên edlî. Dema girtî ji koguşan derdixin cendirme êrîşî wan dikin. Her wiha dema li koguşên edliyan dimînin hevalekî wan bi êrîşa girtiyên edlî re rûbirû dîmine. Jiyana girtiyan di xeterê de ye. Midûrên girtîgehan jî tiştekî nakin. Me derbarê mijarê de serî li dozgeriyê da û bi parlamenteran re hevdîtin pêk anî."
 
Malbat hatin binçavkirin 
 
Azîze, diyar kir ku 20 roj beriya niha dema malbat çûne hevdîtinê bi êrîşan re rûbirû mane û hatine binçavkirin û wiha axivî: "Dema malbata min çû girtîgehê li şûna lêgerîne hatine tacizkirin. Lê ji bo Mesût bibînin deng nekirine. Dema hevdîtinê girtiyan qala rewşa xwe kiribûn. Malbata min jî piştî hevdîtinê li hemberî zextên li girtîgehê pêk hatine gazincên xwe tînin ziman lê di encama gazincan de tên binçavkirin. Malbatên ku ji Êlih, Wan û Amedê hatibûn malbata min tenê nehiştin û bi wan re çûne îfade dane."
 
'Bi zextan dixwazin girtiyan bêdeng bikin'
 
Azîze, di axaftina xwe de bal kişand ser zext û îşkenceyên li girtîgehan pêk tê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi zext û îşkenceyan dixwazin girtiyan bêdeng bikin. Her wiha tişta girîng jî rewşa girtiyên nexweş e. Em dixwazin demildest girtiyên nexweş û birayê min bên tedawîkirin. Dema Mesut li girtîgehê bû dayik û bavê min jiyana xwe ji dest dan. Em xwişkên Mesut hewl didin ku xwedî li Mesut derkevin. 5 meh beriya niha ji bo sewqa bi perê serî lê da ji bo ku wî bînin Amedê. Lê heta niha tiştek nekirin. Sewq kirin mafê wî ye û tenê 2 salên wî maye ku bê berdan. Li vir ne tenê Mesut birayê min e, hemû girtî xwişk û birayê min in. Em daxwaz dikin ku girtiyên nexweş bên tedawîkirin."
 
'Rewşa di xeterê de ye'
 
Azîze, bi banga hişyariyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li Komeleyên Mafên Mirovan, wezaretê û parlamenteran dikin. Em êdî nikarin li malên xwe rûnen. Parêzer naçin serdana girtiyan. Li girtigehan pirsgirêkên dijwar hene. Divê her kes di vê mijarê de bi hestiyar be. Tenê daxwazek me heye ku di nav şert û mercên mirovî de girtî bijîn. Di koguşên edlî de edalet û hiqûq pêk nayê. Rewşa girtiyan di xeterê de ye."