‘Ji ber min mala xwe terk nekir 10 sal ceza dan min’

  • 09:25 25 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Nurşan Demîr ku piştî qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê hat binçavkirin û girtin, çar sal piştî girtinê xwe bi îdaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal ceza lê hat birîn. Nurşanê bertek nîşanê biryarê da û got: “Ji ber ez li mala xwe mam, ceza dan min. Yên bihata girtin divê kesê îşkence li me kirin, bûna.”
 
Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve di 24’ê gulana 2016’and e 17 jê zarok 70 kes hatin girtin û ji van yek jî Nurşan Demîr ya dayika 5 zarokan bû. Nurşan piştî girtina 4 salan şûnde di Adara 2019’an de hatibû tahliyekirin û 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal ceza lê birî.
 
‘Bombe bi ser me de barandin’
 
Nurşanê wiha got: “Dema em li malê bûn 3 rojan dengê çekan hat. Me nizanibû ku ev qedexe ji qedexeyên din cudatir e. Bi tanq, top û balafiran êrîş kirin. Piştre yek hat mala me û got vir nabe em birin bodrumê. Her tim zarokên min di bîra min de bûn. Em piştre çûn bodrumek din. Piştre ji me re gotin bi kumaşekî sipî derkeivn. Li ber kamereyan tiştek nekirin. Piştî kamera hatin girtin gotin ‘Hun bi xêr hatin cehnemê.’ 10 kesî îşkence li min kir. Çewal xistin serê me. Milê min şikandin. Dijûn kirin. Bi dehan carî ez ji derenceyan de avêtim. Piştre hatim girtin. Li Mêrdînê bûm û piştre surgunê Wanê kirin.”
 
‘Ji 4 zarokên xwe dur ketim’
 
Nurşanê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Zarokên min 4 salan beyî min mezin bûn. Hem di alî aborî hem di alî manevî de em bêzar bûn. Gelek caran runiştin çêbû. Lê min carekê jî parastin nekir. 4 sal piştî girtinek bê hiqûq ez hatim berdan. Ewil bi cezayê muebetê hatim darizandin. Piştre jî bi îdiaya endamtiya rêxistinê 10 sal ceza dan min. Ji ber ez li mala xwe mam 10 sal ceza dan min.
 
Parêzera Nurşanê, Gulbîn Şahîn Daghan jî der barê cezayê hatiye dayîn de axivî û got di dosyayê de tu delîl tune ne û got: “Derket holê ku hemû îfade di bin îşkenceyê de hatine dayîn. Yek delîla di dosyayê de wêneyê Nurşanê yê piştî îşkencê hatiye dayînê. Me der barê vê de serlêdana sûc kir. Dosya hîna jî li Nisêbînê di refan de tê girtin.”