Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê bal kişand ser tundiyê
- 12:54 20 Îlon 2020
- Rojane
AMED - Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê li navçeya Erxeniyê ji bo balê bikişîne ser tundiya li jinan li gelek park û baxçeyan pankart û kurdale daliqandin.
Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku balê bikişîne ser, tundiya li jinê, newekhevî û Peymana Stenbolê ji niqaşê re bê vekirin li navçeya Erxwenî ya Amedê li gelek park û baxçeyan pankart û qurdale daliqandin.







