'Divê Neteweyên Yekbûyî gavên hîn baş û berbiçav biavêje'
- 09:03 6 Cotmeh 2020
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Firatê Fewza Ebdî rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser sûcên dewleta tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nirxand. Fewzayê da zanîn ku divê piştî rapora binpêkirina mafan hat diyarkirin şûnde dewleta tirk bê cezakirin û wiha got: "Rapora Neteweyên Yekbûyî têr nake û tevahî sûcên dewleta tirk nîşan nade. Ji bo hemû binpêkirina mafan di raporê de cih bigire divê xebat bêtir bên kirin. Piştî vê raporê gavên piratîk divê werin nîşandan û aliyên sûcdar werin cezakirin."
Komeleya Giştî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di derbarê kiryar û sûcên şer ên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di 14'ê Îlonê de raporek pêşkêş kir. Di raporê de kiryarên qetilkirin, revandin, talan, koçberkirin, dagirkerî, tecawiz, xirabkirina şûnwaran, nijadperestî, tundiya zayendî û guhertina demografiyê hatin ziman. Têkilarî vê raporê Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Firatê Fewza Ebdê nirxandin kir.
'Rapor di bingeha xwe de gaveke erênî û baş e'
Fewza Ebdê diyar kir ku rapora NY'ê her çiqas kêm be jî gaveke girîng e û wiha got: "Rapor di bingeha xwe de gaveke erênî û baş e. Dibe Komîteya Mafên Mirovan nikaribe ji sedî sed bibe bersiva tevahî kiryaran, lê di encamê de perçeyek ji kirinên dewleta tirk eşkere bû. Kiryarên li herêmên dagirkirî tên kirin û gefên li herêmên din tên xwarin gelek in. Heger hemû bihatana nivîsandin wê bêtir sûcên wan bihatana eşkerekirin."
'Li gor berjewendiyên desthilatdaran tev digerin'
Fewzayê bal kişand ser berjewendiyên desthilatdaran û wiha dewam kir:"Me raporên tevahî kiryarên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ji rêxistin û komîteyên mafên mirovan ên cîhanî û herêmî re şandin û parve kirin. Lê rêxistin, sazî û komîteyên ku qaşo xwe serbixwe nîşan didin li gor berjewendiyên dewletên desthilatdar tev digerin. Loma tu bersiv ji me re nehatin dayîn. Di Rojhilata Navîn de şerê gazê, avê, aboriyê, siyasetê û leşkerî rû dide. Ev pevçûnên ku diqewimin dikevin xizmeta dewlet-netewên hegomonîk. Kiryarên dewleta tirk ên di sala 2019'an de ji yên 2020'an zêdetir in. Ji ber êdî şerê berjewendiyê yê dewletên serdest sînoran nas nake, dikarin di her demê de helwestên cur be cur nîşan bidin."
'Raporên cidî ku rewşê biguherin û kesên sûcdar ceza bike tune ye'
Fewzayê da zanîn ku raporên ku tên amadekirin têrî eşkerekirina binpêkirina mafan nake û wiha dewam kir:"Gelek rêxistinên navneteweyî li gor berjewendiyên desthilatdaran tev digerin. Vîna azad û bi hêz a van rêxistinan tune ye. Ji ber vê li gor daxwaz û berjewendiyên serdestan tevger dikin û sûcên wan vedişêrin. Cîhan bi perspektîfên çend dewletan dimeşe, ev şerên çêdibin jî dikevin xizmeta wan. Dema ku artêşa tirk Serêkaniyê bi çekên kîmyewî yên qedexe topbaran kir, Neteweyên Yekbûyî yekser daxuyanî dan û gotin tirkiye madeyên qedexe bi kar tîne. Piştî wê bi demeke kurt ew helwest hat guhertin û gotin diyar nebû ew made çi ne. Diyar e di pişt perdeyê de lihevkirinek hat çêkirin, loma sûcên dewleta tirk di cih de hatin binaxkirin. Ev yek li tevahî Sûriyeyê derbasdar e. Rojane sûcên şer tên kirin, lê raporên cidî ku rewşê biguherin û kesên sûcdar ceza bike tune ye."
'Divê Neteweyên Yekbûyî gavê hîn baş û berbiçav biavêje'
Fewzayê herî dawî wiha got:"Em her tim bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi erka xwe rabin. Lê ew bi wê berpirsyartiyê nêzîk nabin. Gelo piştî vê raporê em ê gavên piratîk bibînin? Li gor zagonên Neteweyên Yekbûyî divê kampên koçberan ên li herêmên şer di bin sîwana wan de bin. Lê heta vê kêliyê jî tiştekî wiha pêk nehatiye. Ji bilî vê deriyên mirovî yên li herêma me hatin girtin. Ev yek ji me re diyar dike ew li gor berjewendiyên xwe nêzîk dibin. Em li gor hevpeymanên hatine îmzekirin û zagonên navneteweyî tev digerin, lê divê Neteweyên Yekbûyî jî heman tiştî raber bike, cidî nêzik bibe û xwedî li rapora xwe derkevin. Divê Neteweyên Yekbûyî gavê hîn baş û berbiçav biavêje. Ya rast tû hêviyên me yên cuda ji wan tûne ne."







