Jiyan Hewreman: Divê em rihê yekîtiyê xurt bikin
- 13:55 2 Adar 2026
- Rojane
AMED – Endama Dîplomasiyê ya KJAR'ê, Jiyan Hewreman, peyamek vîdyoyî ji civîna Platforma Yekîtiya Jinên Kurd re şand û girîngiya rola civînê di pêşxistina giyanê yekîtiyê de tekez kir.
Endama Dîplomasiyê ya KJAR'ê, Jiyan Hewreman, peyamek vîdyoyî ji civîna ku ji hêla Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ve li Amedê hate organîzekirin re şand.
Peyama Jiyan Hewreman wiha ye:
"Em ji Rojhilatê Kurdistanê silavên xwe dişînin. Em xebata Yekîtiya Jinên Kurd pir hêja û girîng dibînin. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê re, em hêvî dikin ku ev 8'ê Adarê bibe salek ku gel tê de demokrasî û azadiyê bi dest bixin. Em 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê, bi taybetî li Dayikên Aştiyê û her kesê ku ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşe pîroz dikin.
Her wiha em hemû jinên ku bi felsefeya Abdullah Ocalan a 'Jin jiyan azadî' têdikoşin silav dikin. Xebata ku hûn dikin ji bo gelê Kurd pir girîng e. Ev têkoşîna ji bo yekîtiya jin û Kurdan ruhê yekîtiyê di navbera jinên Kurd de xurt dike. Pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê tê meşandin bandorê li tevahiya cîhanê dike. Xebata yekîtiyê ya ku hûn dikin vî ruhî bi awayekî zelal nîşan dide."







