Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinan a Jiyan hat vekirin
- 19:48 5 Adar 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Şaredariya Kerboranê beriya 8’ê Adrê Roja Jinan a Cîhanê Navenda jiyan û Piştevaniya Jinan a Jiyan vekir.
Şaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Kerboranê Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinan a Jiyan vekir. Nûnerên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, hevşaredarên DEM Partiyî, parlamenter, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên GABB’ê û gelek jin tevli bûn.
Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer di vekirina navendê de axivî û kesên tevli vekirinê bû silav kir.
Piştre hevşaredara bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr axivî û got beriya 8’ê Adarê vekirina navendê ew kêfxweş kirine û got jin bi têkşînê heta van rojan hatine. Devrîm Demîr daxuyakirin ku wê ev navend têkoşîna jinan mezin bikin.
Parlametnera DEM Partî ya Mêrdînê Berîtan Guneş jî axaftinek kir û bi lêv kir ku jin di her qada jiyanê de têdikoşin û berxwe didin. Berîtan Guneş balkişand ser navendê û got wê bibe navenda çarseriya pirsgirêkên jinan.
Piştî axaftinan navend hat vekirin.







