Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên 8’ê Adarê
- 19:06 7 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, li bajarên Qamişlo û Girkê Legê 2 çalakî hatin lidarxistin.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, , li bajarên Qamişlo û Girkê Legê 2 çalakî hatin lidarxistin. Li Qamişlo, Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) navenda partiyê ya li bajêr çalakiyek li dar xist. Endamên rêxistinên civaka sivîl û tevger û komên jinan beşdar bûn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre, ji rêveberên Meclisa Jinan a partiyê li herêma Cizîrê Netewî Xemgîn axivî û ev roj li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû çalakvanên jin pîroz kir.
Netewî Xemgîn diyar kir ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê divê mafên jinan û pirsgirêka Kurd di nav destûrek demokratîk a Sûriyeyê de were bicîhkirin ku mafên hemû pêkhateyên civakê garantî dike.
Çalakî bi stranên gelêrî ku hêla Nebîha Mihemed, Sînem Şawîş û Yadê Suad ve hatin pêşkêşkirin, û bi pêşandanan sînevizyonê bi dawî bû.
Girkê Legê
Di heman çarçoveyê de, Kongra Star a li bajarê Girkê Legê serdana navendên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundrîn (Asayîş) li bajêr kir.
Di dema serdanê de, beşdaran bi vê boneyê diyariyên sembolîk pêşkêşî şervanên jin kirin.









