‘Em ê li dora Agirê Newrozê bên bibin yek’
- 21:55 13 Adar 2026
- Rojane
STENBOL- Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê di bernameya firatê ya li MATUHAY-DER û ANYAKAY-DER’ê li Okmeydani da axivî û ji bo pîrozahiya Newroza wê di 22’ê Adarê de pêk bê bang kir.
Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAY-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine(ANYAKAY-DER) li taxa Okmeydani ya navçeya Kagithaneyê li saloneke dawetê bernameya fitarê pêk anîn. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, nûnerên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê û malbat tevli bernameya fitarê bûn. Bername bi duayan hat destpêkirin.
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Nurtek Karagoz axivî û da zanîn ku parvekirina sifreyê ji bo wan bi nirxe û got meha Remezanê meha parvekirinê ye. Nurten Karagoz ji bo hemû kesên tevli bûne spasiyên xwe kir.
Piştre Arîfe Çinar axivî û endamê hevserokatiya PYD’ê Salîh Muslum ku jiyana xwe ji dest dabû bibîr anî û wiha got: “Ez rêhevalê me Salîh Muslim bi rêzdarî bibîr tînim. Em soza mezinkirina têkoşînê didin. Em ê aştî û demokrasiyê bi hev re li ser vê axê ava bikin. Em ê agirê Newrozê di 22’ê Adarê de bi hev re vêxistin. Em ê li dora agirê Newrozê bibin yek û bêjin azadî û demokrasî.”







