Li Kopê agirê Newrozê hat pêxistin
- 12:40 14 Adar 2026
- Rojane
MÛŞ - Li navçeya Kopê agirê Newrozê ji bo azadî û civakeke demokratîk hat pêxistin. Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Bozê got: "Tenê gotin têr nakin; divê gavên hiqûqî werin avêtin û em ê têkoşîna xwe ji bo vê bidomînin. Dema azadiya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd e."
Li navçeya Kop a Mûşê, li Qada Otogarê bi dirûşmeya "Azadî û Demokrasî" Newroz hat pîrozkirin. Qad bi pankartên "Jin, jiyan, azadî" hat xemilandin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû.
Jin û ciwanên ku flamayên kesk û sor û zer bi proên xwe ve girêdan û beşdarî Newrozê bûn, tevî berfê jî li ber stranan govend gerandin.
Sumeyye Bozê bal kişand ser wê yekê ku Newroza îsal Newroza aştiyê ye û bi bîranîna endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim ku jiyana xwe ji dest da, dest bi axaftina xwe kir. Sumeyye Bozê got: "Berxwedana li Rojavayê nîşan da ku jinan bi yekgirtî bersiva kesên ku bedenên jinan hedef digirtin dan. Hebûna Kurdan hat naskirin. Niha dema azadiya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd e. Newroz ji bo me berxwedan e. Kesên ku qada Newrozê tijî dikin, bersivê didin kesên ku dixwazin ruhê berxwedanê tune bikin, nîşan didin ku ev roja berxwedanê ye. Yek ji wan kesên ku xwe şewitand û ji bo Newrozê li ber xwe da, Evrîm Demîr ji vê axê bû. Bi vî ruhi berxwedan berdewam dike."
Sumeyye Bozê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî û got: "Tenê gotin têr nakin; divê gavên hiqûqî werin avêtin û em ê têkoşîna xwe ji bo vê bidomînin. Dema azadiya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd e."
Agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê û gel ve bi coş hat vêxistin.
Piştî agir hat vêxistin, Koma Rengîn derket ser dikê û li ber stranên komê govend hat gerandin.







