Li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê hatin qetilkirin

  • 12:52 14 Adar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa Îsraîlê li dijî navendek a tenduristiyê li bajarokê Burc Qelawiya ya Başûrê Lubnanê de, herî kêm 12 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a dewleta Lubnanê ku xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê, di êrîşa Îsraîlê li dijî navenda tenduristiyê ya bajarokê Burc Qelawiya ya Başûrê Lubnanê de, 12 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.
 
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku hejmara windahiyên canî li gorî agahiyên destpêkê ne û ji bo dîtina kesên dibin xirbeyan de û winda bûne, xebatên lêgerîn û rizgariyê didome.