Li Eskîşehîrê mirina bi gûman

  • 21:06 15 Adar 2026
  • Rojane
ESKÎŞEHÎR- Li Odunpazari jina bi navê Şerîfe Toptaş bi gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Li Odunpazari ya Eskîşehîrê jina bi navê Şerîfe Toptaş li mala xwe bi gûman jiyana xwe ji dest da. Xizmên wê ku çûn malê agahî dan ekîbên tenduristî û polîsan.
 
Di encama kontrola ekîbên tenduristiyê de hat diyarkirin ku Şerîfe Toptaş jiyana xwe ji dest daye û cenazeya wê piştî lêkolîna dozgerî û polîsan rakirin morga Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê.
 
Hat hînbûn ku der barê bûyerê de lepirsîn didome.