Ji OHD’ê di salvegera biryara DMME’yê de bang: Divê mafê hêviyê pêk bê

  • 17:54 18 Adar 2026
  • Rojane
ENQERE- OHD, di 12’emîn salvegera biryara mafê hêviyê ya DMME’yê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî da û diyar kir pêkneanîna mafê hêviyê li dijî rihê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û got ku ji bo aştî û demokrasiyê yek jî gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye.
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) di 12’emîn salvegera biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya tekildarî mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke niviskî parvekir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku DMME bi biryara mafê hêviyê bi awayekî şênber destnîşan kiriye ku binpêkirina vî mafî û astengkirina îhtîmala berdana girtiyan li dijî rûmeta mirovahiyê ye.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî 12 sal ji ser biryarê re derbasbûnê jî li ne tenê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî bi hezaran girtiyan binpêkirina mafê hêviyê berdewam dike û ev yek bûye sedema rejîma înfazê ya Tirkiyeyê li dijî dadgehên mafê mirovan tevbigere.
 
Daxuyaniya niviskî wiha ye: “Ji dema sepandina rejîma hepsa heta hetayê ya girankirî ve, aşkeraye ku xwezaya mirovî ya cezayê hatiye lawazkirin; girtî ji prensîba hêviyê hatine bêparkirin. Tiştê ku divê bibe, bicihanîna biryarên DMMEyê ye û divê pergala cezayan bi awayekî were avakirin ku rûmeta mirovan biparêze. Lê, di vê demê de, tu rêziknameyên qanûnî nehatine çêkirin û rejîma tecrîdê, bi taybetî li Îmraliyê, dem bi dem hatiye dijwarkirin û xurtkirin. Vê nêzîkatiyê zirar daye prensîba serdestiya hiqûqê û her wiha pergala civakî ya demokratîk paşde xistiye.
 
Nenaskirina prensîba hêviyê ne tenê binpêkirina mafên takekesan e; ew di heman demê de pirsgirêkek avahîsaziyê ye ku bandorê li tevahiya civakê dike. Israra li ser neçêkirina rêziknameyan di derbarê vî mafî de xetereyan ji bo pergala hiqûqî ya welêt çêkiriye û bi rengekî bêveger zirar daye hesta edaletê. Bicihneanîna biryara mafê hêviyê li dijî rihê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e ku ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Yek jî gavên ji bo aştiyê û pêşvebirina demokratîkbûyinê werin avetin bicihanîna biryarên DMMEyê û pêkanîna mafê hêviyê ye. Di vê çerçoveyê de em bang li hemû saziyên alaqadar dikin ku biryarên DMMEyê bicih bînin û bi awayekî rûmeta mirovî esas bigirin bê sazkirin. Em bang li hiqûqnas, saziyên sivîl û hemû raya giştî jî dikin ku li derdora daxwaza edaletê bibin xalek.”