Li Colemêrgê mirina bi gûman

  • 22:06 21 Adar 2026
  • Rojane
COLEMÊRG – Li Colemêrgê Aysel Turan ya bi gûman jiyana xwe ji dest da, hat îdiakirin ku bi çeka birayê xwe întîxar kiriye.
 
Li taxa Bîçer a Colemêrgê jina bi navê Aysel Turan li mala xwe bi gûman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Aysel Turan întîxar kiriye û ji bo otopsiyê cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
 
Hat îdakirin ku çeka ku Aysel Turan  bikaraniye aydê birayê wê yê cerdevane. Nehat zanîn ku ka der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na.