Ji bo Newrozên Wan û Tetwanê bang
- 19:46 21 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên ku dê sibe li Wan û navçeya Tetwan a Bedlîsê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.
Hemû amadekariyên Newroza Wanê ya ku dê sibe li ber Keleha Wanê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” bê lidarxistin, hatin temamkirin. Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wanê, li qada Newrozê daxuyaniyekê dan û bang li hemû gelê Wanê kirin ku tevli Newrozê bibin.
Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gonul Uzunay got: “Bi daxwaza ku Newroza 2026’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bibe sala yekitî û piştgiriya gelê Kurd, em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevli Newroza sibe bibin.” Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî wiha axivî: “Em Newroza îsal bi dirûşma azadî û demokrasiyê li qadan û kolanan pêşwazî dikin. Amadekariyên me yên ku beriya çend rojan dest pê kiribûn, qediyan. Em li benda hemû gelê xwe ne ku ji 7 salî heta 70 salî sibe werin qada Newrozê ya li ber Keleha Wanê. Werin em bi hev re azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin.”
Tetwan
Ji bo Newroza ku dê sibe li qada Fûarê ya Tetwanê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” bê pîrozkirin, Hevseroka KURDÎ-DER’ê ya Tetwanê Emîne Irgat banga tevlîbûnê kir.
Emîne Irgatê der barê Newroza ku dê sibe saet di 10:00’an de li qada Fûarê bê pîrozkirin de wiha got: “Newroz Uysal Aslan dê tevli Newrozê bibe. Koma Çiya dê derkeve ser dikê. Beşdar dê bi coş werin. Em ê jî bi wê coşê tevli Newrozê bibin. Em bang li hemû gelê xwe dikin.”









