Li Elkê meşa meşaleyî
- 22:34 25 Adar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Elkê bi meşa meşaleyi Newroz hat pîrozkirin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê bi meşa meşaleyi Cejna Newrozê hat pîrozkirin. Gelek kes beşdarî meşê bûn û jin jî bi cil û bergên kurdî tecvli meşe bûn.
Girse li nêzîkî qada navçeyê kom bû û meşaleyên xwe pêxistin. Bi qîrîna dirûşmen wekî "Newroz pîroz be" û "Jin, Jiyan, Azadî" ber bi qada navçeyê ve meşiyan.
Li qada bajêr agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin.
Çalakî bi govend û xwe avêtina di ser agır a ciwanan bi dawî bû.







