Çalakvanên Hindistanî serdana MKG û JINNEWS'ê kirin
- 13:55 28 Adar 2026
- Rojane
AMED - Çalakvanên ji Hindistanê hatin serdana MKG û JINNEWS'ê kirin û bal kişandin ser pirsgirêkên jin, zarok û jîngehê û li ser têkoşîna hevbeş rawestiyan.
Çalakvanên jin ên ji Hindistanê hatin, serdana Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û ajansa me JINNEWS'ê kirin. Di serdanê de jinan bal kişand ser pirsgirêkên jin, zarok û jîngehê û li ser têkoşîna hevbeş rawestiyan.
Her wiha jinan di nirxandinên xwe de ser têkoşîna tevgera jinên Kurd rawestiyan û diyar kirin ku têkoşîna jinên Kurd îlhamê dide çar aliyên cîhanê







