Serokê TUGVA’yê destdirêjî kir, Tuncay Sonel jî destdirêjiyê veşart

  • 09:27 20 Nîsan 2026
  • Rojane
Rojda Aydin - Şehrîban Aslan 
 
DÊRSIM - Bi doza Gulîstan Doku re, bûyerên tacîz û tecawizê yên li dijî jinên ciwan li Dêrsimê nû derdikevin holê. Hate îdiakirin ku gelek bûyerên tacîz û tecawizê yên têkildarî Nûnerê TUGVA’yê yê Dêrsimê Bariş Demîrcan, ji aliyê waliyê wê demê Tuncay Sonel ve hatine veşartin.
 
Polîtîkayên dewletê yên ku ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve li bajarên Kurdistanê hatine sepandin, bi taybetî ji dema ku AKP hatiye ser desthilatê ve, ji pêvajoyek asîmîlasyonê ber bi stratejiyên şerê taybet ve çûne. Bi vê veguherînê re, hewldanên kişandina ciwan û jinên ciwan ên Kurd bo nav fihûş û tiryakê, bi taybetî di demên dawî de gihîştine astên cidî. Ev pirsgirêk ku li hemû bajarên Kurdistanê kûrtir dibe, li Dêrsimê rewşek pir girantir derdixe pêşberê me. Ji hêla dîrokî û civakî ve Dêrsim yek ji wan cihan e ku polîtîkayên dijwar ên dewletê bi tundî lê hatine sepandin û bandorên wan ên kûr li wir mane. Mînakên herî berbiçav ên encamên van polîtîkayan de xwendekara li Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ku di 5’ê Çileya 2020’an de tiştê jiyaye derket holê.
 
Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel û hevkarên wî hewl dan ku bûyerê veşêrin û hemû delîlên îşkence û qetilkirina Gulîstan Doku ji holê rakin. Kiryar Tuncay Sonel û hevkarên wî yên li dijî ciwanan, bi taybetî li dijî jinên ciwan li zanîngeha Dêrsimê yek bi yek têne eşkerekirin û eşkere dibe ku şerê taybet çawa bi baldarî hatiye hunandin.
 
Li Dêrsimê, Nûnerê TUGVA’yê Bariş Demîrcan, wekî nêzîkî kiryar Tuncay Sonel tê zanîn û derket holê ku wî jinên ciwan jî tacîz û îstismar kiriye. Gelek îdia li dijî Bariş Demîrcan têne gotin. Ji ber sedemên ewlehiyê kesekê ku nexwast navê xwe bide, bi me re têkilî danî û îdiayên li dijî Bariş Demîrcan parve kir.
 
‘Xwendekarên Beşa Gihandina Zarokan hedef digirtin’
 
Ew kes diyar kir ku di salên ku Gulîstan winda bûye de tevgerek gelek mezin hebûye û bal kişand ser xwendekarên Beşa Gihandina Zarokan a Zanîngeha Munzurê. Ew kesê ku diyar kir mamosteyên zanîngehê jî di nav bûyerê de hene û destnîşan kir ku ev di serdema ku tîmên A.Z. û B. çalak bûn de bûye. Ew kes wiha domand: “Piştî ku Gulîstan winda bû, Bariş Demîrcan di nav xwendekaran de dest bi xebatê kir. Wê demê, ew xwendekareke zanîngehê bû û di beşa civaknasiyê de masterê dikir. Wî ji bo rêxistinkirina ciwanan kom ava kirin; ev kom di nav TUGVA’yê de bûn. Paşê, di sala 2021’an de, peyamên wî derketin holê. Piştî ku hate eşkerekirin, ew ji vir revî çû.”
 
Li ser gelek bûyerên tacîz û tecawizê hat girtin
 
Kesa ku agahî da me destnîşan kir ku xwendekarek zanîngehê rastî destdirêjiyê hatiye û wiha domand: “Mamosteyek bi navê E.Ş. hebû û destdirêjî xwendekarek kir. Ev bûyer hemû di vê salê de hatin jiyîn. Kesên ku hedef hatin girtin bi tevahî xwendekarên Beşa Gihandina Zarokan bûn. Dîsa xwendekarek bi navê A.Z. rastî destdirêjiyê hatibû û doz vekiribû. Piştî vê ew xwendekar çû baroyê û serlêdana sûç kir. Dozgerî lêpirsîn da destpêkirin. Lê belê ser wan hemûyan hat girtin. Gelek bûyer hatin jiyîn, lê bi tenê ser gotinê ma. Gelek xwendekar jî ji ber ku ditirsiyan neanîn ser ziman û gilî nekirin.”
 
‘Ji bo xwendekaran tehlûkeyek mezin e’
 
Her wiha, çavkaniyê diyar kir ku Bariş Demîrcan xwerziyê Ozdemîr Aktaş e ku wê demê rêvebera ÎŞ-KUR’ê de bû û Ozdemîr Aktaş di wê demê de nêzîkî malbata Gulîstan Doku sekiniye. Çavkanî ev tiştan anî ziman: “Mesela, Serokê ÎŞ-KUR çi karê wî bi malbatê re hebû? Ew kes talîmatên walî ji malbatê re digot, bû. Navbera Tuncay Sonel û navbera wî de têkiliyek xûrt heye. Navbera xwe de piştgirî ava kirine. Bariş Demîrcan revî, lê piştre şûnde vegeriya. Li ser navê TUGVA’yê bi rektor re protokolek îmze kir. Bariş Demîrcan niha Serokê Navendê yê TUGVA’yê ye. Ew niha di nav xwendekaran de ye û rêxistinê dike. Tehlûkeya herî mezin ev e. Bariş Demîrcan niha di statuya xwendekaran de nîne. Ji ber ku di nava xwendekaran de ye, tiştek tirsnake. Niha ku ev bûyer qewimîne, girîng e ku van rastiyan werin zanîn. Li gorî agahiyan, Gulîstan li Navenda Ciwanan rastî tecawizê hatiye. Niha di nava zanîngehê de jî Şaxa Navenda Ciwanan vekirine û li wir rêxistin dikin. TUGVA bi piranî wê derê bikar tîne. Ji ber vê yekê, ew wekî gefek mezin tê dîtin.”
 
Her wiha, di navbera Zanîngeha Munzurê û Nûnertiya TUGVA’yê ya Dêrsimê de protokola hevkariyê hat îmzekirin. Her wiha hat dîtin ku Bariş Demîrcan gelek wêneyên bi endam û wezîrên AKP’ê re hene.
 
Li Dêrsimê gav bi gav şerê taybet
 
Her wiha, ew kes diyar kir ku xwendekarek bi navê N.G. ji aliyê çawişekî ve rastî tecawizê hatiye û wiha pê de çû: “Piştî windabûna Gulîstan, hevala wê ya polê N.G. xwe avêt nav çemê Munzurê û hewl da xwe bikuje. Wê du carên din hewl da xwe bikuje, lê yên li dora wê ferq kirin û nehiştin. N.G. ji aliyê leşkerekî ku pileya wî pispor bû ve rastî tecawizê hat. Walî Tuncay Sonel ket dewrê û bi jina ciwan a xwendekar re axivî. Me bihîst ku 10 hezar TL dane xwendekar. Bê guman, tiştên ku jina ciwan jiya bi van ve sînordar nebûn. N.G. ku rastî tecawizê hatibû, ji aliyê mamosteyekê dibistanê ya bi navê S.M. ve hatibû neçarkirin ku bi tecawizê xwe re bizewice. Hewldanên mezin hatin dayîn da ku jina ciwan razî bibe ku biçe baroyê, lê ew ditirsiya biçe, ji ber ku digot bavê wê cerdevan e.” Ev yek jî carekedin nîşan dide ku îdîa çiqasî cidî ne.