Di doza Gulîstan Doku de bêdengî

  • 09:31 20 Nîsan 2026
  • Rojane
Rojda Aydin - Şehrîban Aslan
 
DÊRSIM - 6 sal piştî windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku, kêmasiyên girîng ên di lêpirsînê de têne nîqaşkirin. Tevî gelek binçavkirin û girtinan jî rola rayedarên payebilind ên wê demê ne diyar e û pirsên bêbersiv ên di dozê de bertekên raya giştî zêde dikin.
 
Di lêpirsîna windabûna xwendekara pola 2’yem a Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku, pêşketinên girîng diqewimin. Tevî derbasbûna 6 salan jî di dosyayê de kêmasiyên girîng hene. Di çarçoveva lêpirsînê de 13 kes hatin binçavkirin, ji wan 10 kes hatin girtin û 3 kes jî serbest hatin berdan. Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel û Serbijîşkê wê demê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr jî hîn di bin çavan de ne.
 
Di dema lêpirsînê de tê gotin ku rola rayedarên payebilind ên ku di dema bûyerê de li ser kar bûn, nehatiye zelalkirin. Gelo berpirsiyariyên Serfermandarê Polîsan ê wê demê, rayedarên Fermandariya Jendermeyan a Navendê, Wezîrên Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylu û Alî Yerlîkaya, rayedarên Wezareta Tenduristiyê, Rektora zanîngehê Ubeyde Îpek, Rêveberiya Tenduristiyê ya Navendê û Wezareta Malbatê dê bi berfirehî werin lêkolînkirin an na, ev yek bi raya giştî re pirsan derdixe holê.
 
Suleyman Soylu serdana malbatê kir
 
Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylu di 23’ê Sibata 2020’an de serdana malbata Doku kiriye. Xwişka Gulîstan, Aygul Doku diyar kir ku Wezîr Suleyman Soylu ji wan re ragihandiye ku ew ê tîmek taybet ji bo dozê erkdar bike. Tîma taybet a ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve hatiye avakirin û lêpirsîna Gulîstan Doku dimeşîne, ji 219 kesên xwedî agahiyên têkildar îfade girtine û bi tevahî 650 saet dîmenên ji 75 kamerayan hatine girtin lêkolîn kirine.
 
Wêneyên bi rayedarên payebilind re
 
Ji aliyekî din ve, wêneyên Tuncay Sonel ên bi rayedarên payebilind ên wekî Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Numan Kurtulmuş û Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Alî Yerlikaya re balkêş in. Hêjayî balkêşe ku gelek tawanbarên tacîz û tecawizê wêneyên bi rayedarên payebilind ên dewletê re hene. Ev rewş nîqaşek li ser berfirehkirina çarçoveya lêpirsînê derxistiye holê.
 
Navê wî ji lîsteya Wezareta Karên Hundir nehat derxistin!
 
Her çend hîn nayê zanîn ka hikûmet dê tedbîran bigire an na, lê balkêş e ku Tuncay Sonel ku di lêpirsîna Gulîstan Doku de wekî kiryar navê wî derbas dibe û hat binçavkirin, hîn ji lîsteya “Walî-Sermufetîşên Rêveberiya Sivîl (mülkiye başmüffetiş)” a li ser malpera fermî ya Wezareta Karên Navxweyî nehatiye derxistin. Hatibû ragihandin ku kiryar Tuncay Sonel ji karê xwe hatibû dûrxistin.
 
Pirs bê bersiv in
 
Dosya bi taybetî destnîşan dike ku pirsên krîtîk ên di derbarê hewldanên lêgerînê di rojên destpêkê yên bûyerê, hevrêziya navbera saziyan û pêvajoyên bersivdayînê de bêbersiv mane. Wergirtina îfadeyan ji sazî û berpirsên peywendîdar dikare rasterast bandorê li ser pêvajoya lêpirsînê bike.
 
Parêzerê malbatê di daxuyaniyên xwe de her wiha diyar kirin ku divê lêpirsîn bi tevahî were kirin û ji bo misogerkirina edaletê pirsîna hemû berpirsên giştî yên di vê pêvajoyê de girîng e.
 
Bende ne ku gavên pêwîst werin avêtin
 
Bi zêdebûna nerazîbûna raya giştî re, bal kişandiye ser gavên din ên ku rayedarên lêpirsînê dimeşînin dê bavêjin. Ewê ku rayedar van kêmasiyan çareser bikin an na, hîn jî mijara mereqê ye.
 
Ji aliyekî din ve, hîn nayê zanîn ka pêşniyara ji bo komîsyoneke lêkolînê ya ku dê derbarê Gulîstan Doku de pêşkêşî Meclîsê were kirin, dê were qebûlkirin an na.