ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2026'AN

  • 09:00 24 Nîsan 2026
  • Rojev
 
* Li gel zextên civakî yên wekî "Tu çima dixebitî ?", Nezahat Kiliç a karsaziya xwe da destpêkirin wiha got, "Jin dikare her tiştê dixwaze, bi dest bixe. Azadiya aborî ne tenê dahat e, ew azadî û bextewariya jinê ye; giyanê tu jinê nayê firotin." BI DÎMEN 
 
* "Valakirina gundan, şewitandina gundan, şewitandina qadên çandiniyê bi armanca ku pêşî li vegeran bigire bû. Îro heman polîtîka didomin. Nêzîkatiya yekparêz ya dewletê, ne tenê şerê sosyopolîk hemand emê de şerê ekolojîk jî dide meşandin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Dildara Mor Çati parêzer Ceren Akkaya da zanîn ku di ser dosyayên Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş re bêcezahiştin veguheriye polîtîkayeke sîstematîk û got ku ji ber di dosyayên mirinên bi guman de lêpirsînek bi bandor nayê meşandin, ev di wijdana rayagiştî de bêbaweriyeke mezin diafirîne. DÎMEN HEYE
 
*Di lêpirsîna Gulîstan Doku de Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel ku delîlan tune kir, hat îdîakirin ku li navçeya Ofê ya Trabzonê jî heman tişt heye. Malbatê anî ziman ku Yusuf Kazdal 9 salî bûye winda bûye û gotin: “Tuncay Sonel wê demê qeymaqemê vir bû. Ji ber ku kesekî ku sûcê kurê xwe ser girtiye, dikare ser sûcê kesên nêzîkî xwe jî bigire.” 
 
*Rêvebera Meclisa Ermen a Sûrî Arîf Qesebiyan anî ziman ku Ermenî di gelek komkujiyan re derbas bûne û ji ber wê jî xwe rêxistin kirin, ji ber ku xweparastina wan pêwîstiyeke jiyanî bu.DÎMEN HEYE