Midûrê emniyetê îfade da

  • 20:13 27 Nîsan 2026
  • Rojane
ERZIROM - Di çarçoveya dosyeya Gulistan Dokûyê de, midûrê berê yê Emniyeta Dêrsimê Yilmaz Delen ku niha Midûrê Emniyeta Yalovayê ye, wekî şahid îfade da. 
 
Di dosyeya Gulistan Dokûyê de Serdozgeriya Komarê ya Erziromê, wekî şahid gazî midûrê berê yê Emniyeta Dêrsimê Yilmaz Delen ku niha Midûrê Emniyeta Yalovayê ye, kir. Delen ku ji Yalovayê hat Erziromê, îfadeya wî nêzî 4 saetan dewam kir. Piştî îfadeyê Delen ji Edliyeya Erziromê derket. 
 
Yılmaz Delen, di navbera 2019-2021'ê de li Dêrsimê wekî Midûrê Emniyetê xebitîbû. Herî dawî di 23'yê Çileya 2026'an de wekî Midûrê Emniyeta Yalovayê hatibû tayinkirin.