Li Îzmîrê meşa banga 1'ê Gulanê

  • 14:55 28 Nîsan 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Komîteya Amadekar banga beşdarbûna meşa 1'ê Gulanê kir.
 
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Îzmîrê li têketina Konakê yê Bazara Kemeraltiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di çalakiyê de ku pankarta bi nivîsa "Em di 1'ê Gulanê de ji bo edalet, wekhevî û azadiyê li dijî şer û kedxwariyê li kolanan in" hat vekirin û dirûşmeyên "Karkerên berxwedêr ne bi tenê ne", "Karkerên Digelê ne bi tenê ne" û "Karkerên madenê ne bi tenê ne" gelek caran hatin berzkirin.
 
Serokê Herêma Egeyê yê Turk-Îşê Hayrettîn Çakmak destnîşan kir ku 1'ê Gulanê ne tenê roja navneteweyî ya yekîtî, hevgirtin û têkoşîna çîna karkeran e, di heman demê de roja têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û edaletê ye jî. Çakmak diyar kir ku karkerên ku hemû nirxên welêt hildiberînin nikarin debara xwe bikin û her ku diçe xizantir dibin.
 
Çakmak anî ziman ku xebata bêewle û pergala taşeronî tê berbelavkirin û got ku karkerên ku dixwazin bibin endamê sendîkayan bi zextan re rû bi rû dimînin. Çakmak destnîşan kir ku mafê grevê tê astengkirin û got: "Cinayetên kar didomin. Ev mirin, ne qeder e. Encama pergala kedxwariyê ye. Jin bi tundî û mirinê re rû bi rû tên hiştin. Zarok nayên parastin, tên îstismarkirin. Di bin navê MESEM'ê de keda zarokan tê xwarin. Qadên perwerdehiyê ne ewle ne. Tundî zêde dibe. Tenduristî, kirine piyase. Mafên herî bingehîn ên gel, kirine bi pereyan. Xwezaya me tê talankirin. Bajarên me ji bo rantê tên talankirin. Hiqûq û edalet ji holê tê rakirin. Sendîkavan tên girtin û her kesê muxalif bi zextan re rû bi rû dimînin. Em vê pergalê qebûl nakin." 
 
Piştî daxuyaniyê girse ber bi Çarşiya Kemeraltiyê ve meşiya.
 
Li dikandar û welatiyan belavên 1'ê Gulanê hatin belavkirin.