Li Krasnadarê Jinan 15’ê Gulanê pîroz kirin
- 09:38 17 Gulan 2026
- Rojane
KRASNADAR - Li Krasnadarê jinan li Mala Netewa Jinan bi civînekê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û li ser wate û giringiya zimanê Kurdî gotin ku bê zimanê Kurdî Jiyan nabe.
Li bajarê Krasnadarê yê Rûsyayê jinan li Mala Netewa Jinan bi civînekê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Jinan bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di civînê de li ser wate û girîngiya rojê axivîn û peyamên xwe şandin. Di heman demê de Hunermend û Komîteyên Jin yên Krasnadarê Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin û gotin ku jiyan û stranên me pêwîst e bi her awayî bi Kurdî were gotin, were jiyîn û were parastin. Ev erk jî di serî de ya me jinan û dayikan e.
Hunermend Dîlber Gasanova wiha axivî: “Îro 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye, ev roj ne tenê cejna ziman e di heman demê de cejna dayikan e jî. Ji ber ku dayik pêşeroja zimanê me ye, di nav malbat û di civakê de timî dayikê ziman parastiye û bi zarokên xwe re axiviye. Lê belê em dikarin bêjin îro roj li Rûsyayê pirsgirêk heye di aliyê ziman de, eger em pêşiya wê negrin wê zarok zimanê dayikê ji bîra bikin." Her wiha Gasanova li ser dîroka Zimanê Kurdî, kurte nîvîs bi Kurdî û bi Rûsî xwend.
Seroka Komîteya Jinên Krasnadarê Besê Alîyeva wiha nêrînên xwe anî ziman û bal kişand ser tekoşîna 50 salî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê. Besê Alîyeva wiha axivî: “Têkoşîna ku hatî dayîn ji bo me gelê Kurd e. Ji bo ku em zimanê xwe, miletê xwe biparêzin em bibin xwedî nasneme pêwîst e em zimanê xwe biaxivin. Ji ber ku em gelê Kurd li devera cîhanê belav bûne erka ku dikeve ser milê me dayikan ew e ku em zarokên xwe bi zimanê Kurdî mezin bikin û di malê xwe de bi zimanê xwe biaxivin.”
Hunermed Dîlbera Wekîl wiha hestên xwe anî ziman: “Di serî de ez serkeftinê ji bo gelê Kurd dixwazim. 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikim. Zimanê me, çanda me, hebûna me û jiyana me ye. Her wiha eger ziman nebe hebûna mirov ji çi re ye, ji bo wê jî bangawazî dikim ji bo gelê Kurd bi zimanê xwe biaxivin.”
Di heman demê de jina bi navê (Losîk Angasî, Lîda Mîkoyan, Hûnermend Temama Wekîl û Aîda Babayeva) li ser Roja 15’ê Gulanê peyam û hestên xwe ji bo Zimanê Kurdî dan û gotin: “ Zimanê Kurdî mafê me ye, nasnameya me, hebûna me û şerefa me ye. Her bijî Zimanê Kurdî bijî Kurd û Kurdistan.”







