Li Manîsayê jinek hat qetilkirin
- 18:36 14 Hezîran 2026
- Rojane
MANÎSA - Li navçeya Turgutlu Vedat Yilmaz tevî biryara durxistinê, Ulviye Yilmaz ya ku pê re di asta destberdanê de bû bi çekê qetil kir.
Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê Vedat Yilmaz tevî biryara durxistinê, Ulviye Yilmaz ya ku pê re di asta destberdanê de bû bi çekê qetil kir. Vedat Yilmaz keça xwe E.D.Y jî birîndar kir.
Piştî cîranan agahî dan, ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê û Ulviye Yilmaz û keça wê rakirin nexweşxaneyê. Ulviye Yilmaz li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û keça wê piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hat derxistin.
Gumanbar jî hat binçavkirin û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.







