'Divê statuya qanûnî ya Birêz Ocalan were diyarkirin'

  • 09:06 7 Tîrmeh 2026
  • Rojane
 
AMED - Ji OHD'ê parêzer Îlknûr Alcan, ya ku beşdarî Konferansa Hiqûnasên Kurd a Demokratîk bû, got: "Bi qanûna çarçoveyê re, divê statuya Birêz Abdullah Ocalan were diyarkirin."
 
Konferansa Hiqûnasên Kurd a Demokratîk, bi dirûşma “Ji bo Azadî, Statu û Aştiya Hiqûqa Demokratîk” li Amedê di 4 û 5'ê Tîrmehê de hat lidarxistin. Konferans ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ve hat birêvebirin. Serokên baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê, rêveberên saziyên hiqûqê û mafên mirovan û gelek parêzer tev li konferansê bûn. Konferansa ku 2 rojan bi 5 rûniştin û 2 foruman pêk hat de di 5'ê Tîrmehê de encamnameya konferansê hat aşkerakirin. 
 
Ji OHD'ê parêzer Îlknûr Alcan, derbarê pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û pêvajoya qanûnan de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Zelalkirina çarçoveya qanûnê
 
Îlknûr Alcan, têkildarê çarçove qanûnê de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Dê pêvajoya qanûna bingehîn, meşandina pêvajoyê û dê çawa bê meşandin. Ev xal girîng e. Em ji pêvajoya 2015'an dizanin ku Serokkomar civîna Dolmabahçeyê qebûl nekir, ji ber ku derbarê pêvajoyê de tu qanûnek nehatibû derxistin. Ji ber vê yekê, ji bo destnîşankirina kesên ku pêvajoyê bi rê ve dibin û ji perspektîfeke demokratîk ve statuya kesên ku wê bi rê ve dibin diyar bikin, qanûnek çarçove pir girîng e. Li gel qanûna çarçove, divê statuya Birêz Ocalan jî were diyarkirin. Ji ber ku ew kesayetek sereke di pêvajoyê de ye lê statu û rola wî bi fermî nehatiye destnîşankirin, divê ev yek di qanûna çarçove de were zelalkirin."
 
Diyarkirina statuya kurd
 
Îlknûr Alcan derbarê mijara entegrasyonê de wiha axivî: "Derbarê qanûnên entegrasyonê de, avakirina 'qanûnek bingehîn' ku vegera endamên rêxistinê bo Tirkiyeyê û her wiha beşdarbûna wan di siyaseta demokratîk û jiyana civakî de û tiştên ku qanûnên entegrasyonê bi xwe dihewîne, çareser bike, pir girîng e. Birêz Ocalan jî li ser vê mijarê nirxandin kiribû, wî ev qanûna bingehîn ji hêla kapasîteya wê ya sererastkirin û vejînê ve dişibihe şaneyek reh. Wî tekez kir ku divê ev qanûna çarçove rolek sererastkirinê di pêşîgirtina li pêşdarazî û tundûtûjiya ku di demên pevçûnan de derdikeve holê de bilîze. Wekî din, divê ev qanûna çarçove wekî amûrek diyarker di derbarê hemwelatîbûna demokratîk û wekhev, nasname, ziman û diyarkirina statuya Kurdan de xizmet bike."
 
'Ji bo aştiyeke mayînde efû û poşmanî nayê qebûlkirin' 
 
Îlknûr Alcan, diyar kir ku medyaya ku nêzî îktîdarê ferasetek cuda diafirîne û wiha got: "40 roj in bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtîn pêk nayê. Mutabakatek nîne. Medyaya nêzî îktîdarê diyar dike ku mutabakatek pêk hatiye û li ser hîn xalan li hev hatinek pêk hatiye. Lê belê DEM Partî jî diyar kir ku tiştek wisa nîne. Beriya niha Birêz Ocalan û PKK'ê daxuyaniyek bi vî rengî dan. Wek di çarçoveya afûyê de nayê qebûlkirin. Wek poşmanî divê neyê nirxandin. Me jî diyar kir ku ev nêzîkatî ne li gorî rihê pêvajoyê ye. Heke aştiyeke mayînde tê xwestin, divê sedemên ku pêvçûnê bi xwe re tîne bi qanûnan ji holê bê rakirin. Sedemên pevçûnê wek poşanî û efûyê çareserkirin nabe û nikare bi xwe re jî aştiyeke mayînde pêk bîne. Plansaziya hatina deh hezar kesan tê kirin. Di hêla qanûnê de divê ev kesên ku tên tevlî civakê bibin, siyasetê bikin."
 
'Divê statû bê destnîşankirin'
 
Îlknûr Alcan, daxuyand ku biryareke Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya sala 2014'an a derbarê "Mafê Hêviyê" de heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di demên cuda de ji bo Tirkiyeyê demên dawî hatine destnîşankirin, dawî jî meha Hezîranê bû. Behsa komîsyona parlementoyê hat kirin. Di civîna Hezîranê de, wan her wiha raporek birêkûpêk ji komîsyona parlementoyê ya derbarê pirsgirêka Kurd de xwest. Tirkiyeyê hîn ev yek bicîh neaniye. Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hemîyan li ser vê mijarê helwestek danîne ku divê rewşa kesên ku cezayên girankirî yên heta hetayê distînin û 25 sal cezayê girtîgehê temam kirine, bi mebesta serbestberdana wan were nirxandin. Mînakî, gelek welatan rêzikname ji bo vê yekê derxistine û çarçoveyek qanûnî ava kirine. Her çend Birêz Ocalan muhatabê sereke yê pêvajoyê be jî, nebicîhanîna vê biryarê  digel nepejirandina statuya wî an misogerkirina azadiya wî bi xwezayî dê zirarê bide vê pêvajoyê. Ji bo bidestxistina aştiyek bi rûmet û mayînde, divê pêşî ew statu were destnîşankirin."
 
Nîqaşkirina prensîbên azadiyê
 
Di dawiyê de, Îlknûr Alcan ev tişt got: "Di warê pêvajoya avakirinê de, divê em hemû rêxistinên civaka sivîl, komeleyên me û partiyên siyasî berî her tiştî hêza xwe ya rêxistinî di warên xwe de biparêzin. Divê em xwe nexapînin, divê em asta rêxistinbûna xwe bilind bikin. Mînakî, ev konferans ji bo domandina kapasîteya xwe ya rêxistinî û beşdarbûna di pêvajoya avakirinê de têne lidarxistin. Di du rojên borî de, me li ser mijara statuyê, destûrek demokratîk, pirsgirêkên jinan û rêveberiyên herêmî yên li ser bingeha prensîbên azadiyê nîqaş kir. Di encama van nîqaşan de raporek derketiye holê ku ji van hemî mijaran encam derdixe.
 
'Hewceyê sererastkirinê heye'
 
Girîng e ku her beşek civakê hewl bide ku vê pêvajoyê ji perspektîfa xwe ava bike û şekil bide. Ev pêvajoyek e ku divê bi rêya nîqaş, diyalog û pêşkêşkirina nêrînên nû were hevgirtin. Ew pêvajoyek nû ye hem ji bo civaka Tirkiyeyê û hem jî ji bo me. Her çend qanûna çarçove dê nekeve nav hûrguliyên piçûk jî, girîng e ku hin aliyên taybetî neyên paşguh kirin. Tirkiye niha ji hêla rejîmek ve tê rêvebirin ku nikare destûra heyî jî bicîh bîne. Di bin rewşa heyî de ne mimkûn e ku pêvajoyek demokratîk were meşandin.Qanûna Dij-Terorê (TMK),  hewceyê sererastkirinê ne û ez bawer dikim ku qanûna çarçove divê vê pêdiviyê jî destnîşan bike.”