Îfadeyên di dosyaya Navenda Şîfa ya lênêrtinê de
- 09:05 7 Tîrmeh 2026
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
ÊLIH - Li gorî îfadeyek ku di dosyaya lêpirsînê ya derbarê Navenda Lênêrtina Taybet a Batman Şifa li Êlihê de cih digire, îda dike ku lêçûnên kesane yên ji bo kesên astengdar hatine veqetandin, ji bo berjewendiyên cuda hatine bikaranîn; ji ber kêmbûna karmendan û xemsariyê binpêkirinên mafan gelek zede bûne; bikaranîna belgeyên sexte fonên li gori berjewendiyan hatine bikaranîn û şert û mercên bingehîn ên jiyan û ewlehiyê li tesîsê nehatine parastin.
Nêzîkî mehek berê di çarçoveya lêpirsîna li ser îdiayên tecawiz, îşkence, mirina bibgûman û gelek nelirêtiyên din li Navenda Lênêrîna Taybet a Batman Şifa ku li nêzî gundê Krêdîyê li Êlihê ye ku xizmet dida nexweşan, astengdaran û extiyaran, operasyonek berfireh hate kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de şanzdeh kes hatin girtin. Her çend delîlên îşkenceyê li dijî kesan li navendê berê bi rêya dîmen, nivîs, belge, nameyên navxweyî û peyamên WhatsAppê yên ku ji hêla karmendan ve hatine weşandin derketibûn holê jî me niha belgeyek bi dest xist ku tê de îfadeya karmendek navendê heye ku îşkence, kiryarên neqanûnî, nelirêtî, xemsarî û sûcên ku li tesîsê hatine kirin bi hûrgulî vedibêje.
Belgeyên nû yên derbarê Navenda Lênihêrtine ya Şifa ya Taybet a Batmanê de îdia dikin ku lêdçûnên ji bo kesên astengdar hatine veqetandin li gori armanca xwe nehatine bikaranîn û karmendan di vî warî de nelirêtî kiriye û ev xemsarî bûye sedema mirina kesên astengdar ên li navendê. Belge dibêjin: "Her çend lêçûnên ku ji bo kesên astengdar hatine veqetandin divê bi tevahî ji bo wan bihata bikar anîn, lê lîreyek jî ji bo wan netiye xerckirin. Wekî din, sûcên giran ev in: karmendgirtina karmendên ne têrker, sextekariya di qeydan de ya bi belgeyên sexte - wekî wergirtina dîploma an sertîfîkayan ji çavkaniyên ne destûrdar bêyî perwerdehiya rastîn û girtina karmendan a bê bingeh, büye sedema mirina kesên astengdar a ji ber xemsariyê."
Îfade her wiha îdia dike ku lêçûnên ji bo kesên astengdar hatine destnîşankirin ji bo lêçûnên kesane hatine bikaranîn, li ser navê kesên li navendê ji bo lênêrtinê lê bûne hatine fatûrekirin ku mehê bi qasî 170 hezar lîreyan e. Îfade awayê bikaranîna vî pereyî wiha vedibêje: "Karbidest û hevkarên şîrketê -digel xizmên xwe ên ku li tesîsê dixebitin ji bo lêçûnên xwe yên şexsî fatûre derxistine û fatûre dikirin wekî ku ji bo kesên astengdar hatine bikaranîn û ev fatûre li ser navê kesên astengdar dihatin qeydkirin. Rayedarên şîrketê cixareyên bê bac ên erzan didan kesên li navendê û wan cixareyên bi marqeya bi mohra bacê ji xwe re dihiştin Wan fonên ku mehane ji 170 hezar lîreyan derbas dibû ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî biar dianin."
Îfade di berdewamiyê de destnîşan dike ku kesekî astengdar ê li navendê dima ji ber kêmbûna personele alîkar hewl da xwe bikuje, mirinek bi güman pêk û wiha berdewam dike: "Di Tîrmeha 2025’an de, astengdareke bi navê Emîne ku astengdarbûye ji ber kêmbûna personele alîkar hewl daye întîhar bike; ew niha jiyana xwe di kursiya bi teker de didomîne. Xizmekî me yê nêzîk jî di bin şert û mercên gumanbar de li vê navenda lênêrînê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Wekî din, her çend piraniya nexweşan bi kince girêdanê pêdvî nabînin ji li ser navê wan ji cihên ku navendê pere peyan kiriye pereye kince girêdanê hatiye girtin.Her wiha dem dibû ku karmend di saetên xwe de jî li ser kar nebûna."
Her wiha tê îdîakirin ku navenda lênêrînê bikaranîna teşwîqên veberhênanê bi rêya belgekirina sexte, fonên giştî bi awayekî nerast desteser kiriye: "Tesîs xwediyê du sertîfîkayên teşwîqa veberhênanê ye, ku her du jî bi bikaranîna belgeyên sexte hatine wergirtin. Bi rêya van sertîfîkayan û bi bikaranîna belgeyên sexte û fatûreyan alavên ku bi rastî qet nehatine kirîn tê îdakirin ku hatine kirin û dewlet her mehe bi haran lîreyan hatiye xapandin. Tesîs ne di zivistanê de tê germkirin û ne jî di havînê de tê hînik kirin. Di derbarê xetera şewatê de, ji lûleyên agirkujiyê av naçe û amûrên vemirandina agir bi tevahî nayên tamîrkirin."







