Çalakiya nobeta li dijî fihûş û hişbirê didome
- 20:40 28 Tîrmeh 2026
- Rojane
SÊRT - Li Sêrtê nobeta konê ya ku li dijî fihûş û hişbirê hatibû destpêkirin di roja 5'emîn de berdewam dike. Di çalakiyê de banga xwedîderketina li nobetê hat kirin.
Çalakiya konvedanê ya ku ji aliye Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve di çarçoveya “Pêngava Rabin” a ku ji aliyê Platforma Şiyar Be ve hatibû destpêkirin di roja 5emîn de berdewam dike. Nobeta li taxa Congbayê ya li navenda Sêrtê li dijî fihûş û hişbirê hatibû destpêkirin dê heta 31'ê Tîrmehê berdewam bike. Gelek saziyên Sêrtî serdana nobetê kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Kenan Bîlge di nobetê de axivî û got: “Em çalakiyên xwe yên pênc rojan ku li dijî bikaranîna hişbirê û fihûşê li dar dixin berdewam dikin. Bêguman wekî gelek cihan, mixabin di van salên dawî de li Sêrtê jî tiryak, fihûş û gelek qirêjî tên kirin. Li vir asta hişbirê gihîştiye asteke gelekî bilind. Bikaranîna hişbirê bûye pirsgirêkeke mezin a civakê. Parastina tenduristiya gel erka destûrî ya dewletê ye. Ji bo ku civaka me li kolan û taxan di nav ewlehî û saxlemiyê de bijî, divê dewlet tedbîran bigire. Divê rê li ber van çeteyên ku li ser zarokên me rantê bi dest dixin bê girtin. Her wiha kesên ku ketine nav torên van çeteyan û di nav vê qirêjiyê de ne, dikarin werin tedawîkirin û ji bo civakê werin qezenckirin. Ji bo rizgarkirina civakê ya ji vê nexweşiyê, dikarin navendên rehabîlîtasyonê û qadên berhevdar werin avakirin. Ji bo parastina ji xirabiyên hişbir û fihûşê, ez bang li herkesî dikim ku xwedî li vê çalakiyê derkervin.”
‘Ger ku hiqûq û edalet hebe, tundî ji bo çi ye?’
Hevserokê DBP'a Sêrtê Emîn Dayan jî ev tişt got: Ez dipirsim, Serokê Diyanetê çi karî dike? Çima ji bo van tiştan qet rojek daxuyaniyekê nade û bertekek nîşanî van kiryaran nade? Em li goristanan dibin şahidên kuştinan. Ger ku hiqûq û edalet hebe, tundî ji bo çi ye?"







