Li Kobanê ji hilweşînê ber bi avakirina jiyanek nû

  • 10:50 31 Tîrmeh 2026
  • Galeriya Jinê
Jiyan Gencan
 
KOBANÊ- Dîmenên ku ji bajarê Kobanê hatine kêşandin, çîroka hilweşandinê, fedakariya bi hezaran şehîdan û vegera jiyana azad li ber çavan radixe.
 
Kobanê, bajarekî ku di demên şer de bû qada yek ji berxwedanên herî girîng ên vê sedsalê. Îro Kobanê bi şanazî şopên têkoşîn û fedakariyê diparêze û di heman demê de pêvajoya avakirina xwe ya nû diddomîne. Di dîmenan de şopên şer, cihên ku şahidiya berxwedanê kirine, Goristana Şehîdan û aliyê nû yên bajar cih digirin. Her kevirek û her kolanek çîroka xwe heye; çîroka gelê ku li dijî DAÎŞ’ê bi biryar û fedakarî têkoşîn da û bajarê xwe parast. Goristana şehîdan wekî cihê bîranînê, nav û bîra wan kesan zindî dihêle ku di riya azadiyê de canê xwe feda kirin. Di heman demê de avahiyên nû kolanên ku ji nû ve hatine avakirin û jiyana rojane ya ku dîsa vedigere, nişan didin ku Kobanê bi hêza gelê xwe ji nû ve tê avakirin.
 
Ev dîmen şahidiya pêvajoyeke ne ku ji şer û hilweşandinê dest pê kir, di heman demê de bi hêvî, xebat û berxwedanê ber bi avabûna jiyanek nû ve diçe. Kobanê îro ne tenê sembola berxwedanê ye, her wiha sembola avakirina jiyaneke nû û hêviya gelan e.
 
WÊNE:Jiyan Gencan