Di lêpirsîna Gulîstan Doku de hejmara girtiyan derket 28’an

  • 20:46 2 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de Midûrê Asayîşê yê demî yê Dêrsîmê Ertugrul Aslan hat girtin. Di lêpirsînê de hejmara girtiyan derket 28’an.
 
Di çarçoveya lêpirsîna  ku Serdozgeriya Komarê ya Erzirom û Dêrsîmê der barê windabûna Gulîstan Doku  dabû destpêkirin de, di pêla 4’emîn a operasyonê de kesekî din hat girtin.
 
Çarçoveya lêpirsînê de  di 27’ê Tîrmehê de bi awayekî hevdem  li 16 bajaran operasyon hat kirin.   Kesên hatin binçavkirin kar û barê wan yên îfadeyê bi ast hat temamkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna de Midûrê Asayîşê yê demî yê Dêrsîmê Ertugrul Aslan hat girtin. Di lêpirsînê de hejmara girtiyan derket 28’an.