‘Zarok li girtîgehan wê bi rîska êrîşa zayendî û travmayê re rû bi rû bimînin'
- 09:02 3 Tebax 2026
- Rojane
ENQERE- Rojda Oncel da zanîn ku zarok li girtîgehan wê ji perwerde, têkiliyên malbat û hevalan qût bibin û girtina zarokan rîska travma, êrîşa zayendî û destdirêjiyê dihewîne.
Desthilatdariya ku zarokên ji dibistanê tên dûrxistin, zarokên bi xizanî û tuniyê re tên rû hev naparêze, li şûna ku şert û mercên jiyana zarokan baş bike, ji bo zarokên tevli pêvajoyên edlî bûne, pêşnûme qanûna nû ya ku cezayên li zarokan giran dike, pêşkêşî meclîsê kir. Di pêşnûmeyê de tê pêşniyarkirin ku ji bo zarokên temenê wan di navbra 15-18’an de ku daxistina ceza bê rakirin, pêşiya cezayê muebeta giran bê vekirin û ji bo zarokên temenê wan dinavbera 12-15’an de jî kêmtir ceza bê daxistin, temenê pêkanîna hukmên tekerurê ji 18’an dakeve15’an pêşniyar dike. Ev pêşniyara ku dawî li pêkanîna înfazkirina cezayên zarokan tîne, pêşniyar dike ku înfaz li girtîgeha girtî dest pê bike û derbasbûna mala perwerdehiyê ya zarok jî bi biryara Lijneya Îdarî û Şopandinê pêk bê.
Şêwirmenda Psîkolojiyê Rojda Oncel ligel zêdekirina ceza ya ku pêşnûme esas digire, bandora girtîgehê ya li ser zarokan nirxand.
‘Divê li gorî her asta temen xebatek taybet bê kirin’
Rojda Oncel da zanîn ku divê li gorî temenê zarokan berprisyariya têkiliya sûc bê dest girtin^ û got divê edaleta ji bo zarokan esas be. Rojda Oncel wiha anî ziman: “Bi qanûnê re raste rast derbsî asta înfazê dibin. Asta pêşketina zarok li ber çavan nayê giritn. Em mezin u zarokan ji hev cuda dikin. Lê nav zarokan jî astên pêşketinên cuda hene. Divê li gorî her koma temen xebat bêkirin.”
‘Gelek dînamîkên dibin sedema sûc hene’
Rojda Oncel diyar kir ku pêşketina di navbera temenê 12-15’an a zarokan xesas û cudahiyê nîşan dide û wiha domand: “Divê pêvajoya pêşketina zarok li ber çavan bê girtin. Sûcekî pir mezin kirin zarok mezin nake. Sûc heye û zarok heye. Gelek dînamîkên dibin sedema sûc hene. Ev pêşnûme qanûn bi nêzîkatiyeke di esasa tenduristiya rih û zanistî de nehatiye amadekirin.”
‘Divê edaleta zarokan ji ser rehabîlîtasyonê bê nirxandin’
Rojda Oncel anî ziman ku hukma tekerur a di qanûnê de cih digire, bi nakok e û got: “Ger ku sûc dubare bike divê kêmasî û şert û mercên ku zarok berbi sûc dibin bên axaftin. Darizandin vê pirsirêkê çareser nake. Dema em behsa edaleta zarokan bikin divê em di alî rehabîlîtasyonê de nêz bibin.Mijar ne mijareke ku bi hêrsa civakî bê destgirtinê ye.”
‘Wê bi rîskên travmatîk re bên rû hev’
Rojda Oncel di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Li girtîgehan têkilî û ragîhandin bi sînor e. Zarok vê pêvajoyê ji perwerde, malbat û hevalan qût dibin. Ev zarok li girtîgehan wê bi hevtemenê xwe yên ji sûcên cuda girtî ne re bimînin. Pêvajoya girtinê di alî zarokan de rê li ber travmayên mezin vedike. Zarok li girtîgehan wê bi rîska êrîşa zayendî û travmayê re rû bi rû bimînin. Ji ber vê jî em dibêjin dema ceza zêde bibin sûc nakevin. Divê pêşî li sûc bê girtin. Di esasa vê de xizanî, çetebûn û bêdadî heye. Mafê zarokan nayê axaftin. Divê ewil ev bên çareserkirin. Li şûna tolgirtinê divê ferasteke lihevkirinê bê pêşxistin.”







