Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin!
- 13:31 4 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê mêrekî bi ser mala xezûrê xwe de girt, hat îdakirin ku bi çekê êriş kiriye û di encam de jina pê re hatibû zewicandin qetilkiriye, xezûr jî bi giranî birîndar bûye.
Duh bi şev li taxa Sardaw a bajarê Silêmaniyê, mêrekî bi çekê bi ser mala xezûrê xwe de girt. Di encama gulebarandinê de jina pê re hatibû zewicandin a 49 salî ya bi navê Fatime Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û bavê wê jî bi giranî birîndar bû.
Çavkaniyek ji polîsê Silêmaniyê ji ajansa ROJNEWS'ê re ragihand ku bûyer şevê din saet li derdora 12:50’î qewimiye û sedema wê jî bi pirsgirêkeke civakî ve girêda.
Hate zanîn ku kujer piştî demeke kurt ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.







