YPJ'ê têkildarî entgrasyon û têkiliyên hikumetê re daxuyanî da
- 16:33 4 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YPJ'ê derbarê pêvajoya entegrasyonê û danûstandinên bi hikûmeta Şamê re ragihand ku heta niha derbarê cihgirtina YPJê de biryareke fermî û zelal tune ye û destnîşan kir ku heta mîrateya wan di bin ewlehiya qanûnî de neyê misogerkirin dê têkoşîna wan berdewam bike.
Li ser bingeha peymana 29'ê Çileya 2026'an ku di navbera Hikûmeta Şamê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, pêvajoya entegrasyonê û danûstandinên aliyan berdewam dikin. Tevî ku hevdîtin li ser gelek saziyan tên kirin jî, mijara statu û siberoya YPJ'ê di nava sîstema nû de weke xala herî girîng dimîne. Li ser gotûbêj, pêşniyaz û pêvajoya hevdîtinên bi rayedarên Şamê re Berdevka Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûken Cemal daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya YPJ'ê wiha ye:
“Di çarçoveya peymana 29 Çileya 2026an, weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) danûstandinên me bi Şamê re dewam dikin. Me di meha Nîsanê de hevdîtin bi Wezîrê Parastinê Murhaf Ebû Qasra re pêk anîbû. Her wiha me pêşnûmeyeke ji nêrîn û pêşniyarên xwe bi awayekî nivîskî pêşkêş kiribû. Heya niha tu pêşniyar an jî biryareke fermî ji aliyê rayedarên Şamê ve ji me re nehatiye ragihandin. Nêrîn hene ku YPJ wek hêzeke xweser a dijterorê di nava Wezareta Hundirîn de cih bigire, lê belê heya vê kêliyê em negihêştine biryareke zelal. Rojên pêş ji bo guftûgokirina vê mijarê wê hevdîtinên me li gel rayedarên Şamê pêk werin. Heya ku em mîrateya YPJê bixin bin ewlehî û misogeriyeke qanûnî wê têkoşîn û xebatên me dewam bikin.”







