Yildiz Çetîn ya TJA’yî: Divê mafê hêviyê bê nasîn
- 09:03 14 Adar 2026
- Rojane
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Yildiz Çetîn diyar kir ku pêşeng û kirdeyên pêvajoyê jin in û wiha got: “Şerta xwegîhandina civaka demokratîk têkiliya azad, wekhev û demokratîk a bi jinan re hatiye avakirinê ye. Çawa me 8’ê Adarê tacîdar kir em ê Newrozê jî tacîdar bikin.”
Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiribû salek li pey xwe hişt, lê tevî vê desthilatdariyê hîna der barê pêvajoyê de gavek şênber navêtiye û mafê hêviyê pêk nayne. Der barê pêkhatina biryarên mafê hêviyê yên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de bang tên kirin û bi taybet jin bi awayekî xurt xwedî li pêvajoyê derdikevin. Jin wek kirde û pêşengên pêvajoyê tên dîtin û di vê mijarê de rêxistinên jinan xebatên xwe didomînin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Yildiz Çetîn balkişand ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" û rol û mîsyona jinan a di pêvajoyê de nirxand.
‘Em pêşeng û kirdeyên pêvajoyê ne’
Yildiz Çetîn destnîşan kir ku pêvajo ji aliyê gel ve bi bawerî, bendewarî û hêviyek mezin hatiye pêşwazîkirin û wiha got: “Herî zêde jin xwedî li bangê derketin. Bi salane jin ji aliyê zîhniyeta serddest ya mêr ve ji qadên jiyanê tên durxistin û mafên wan tên binpêkirin. Jin li dijî vê bi salane têdikoşin. Em di çarçoveya paradîgma azadiya jinê de bi salane ji bo jiyaneke wekhev têdikoşin. Em pêşeng û kirdeyên pêvajoyê ne. Bendewariyên me jinan ji pêvajoyê pir mezin e.”
‘Bila mafê hêviyê bê nasîn’
Yildiz Çetîn bi lêv kir ku gelê Kurd bi salane têkoşîna aştiyê dide û ev tişt bi lêv kir: “Divê demildest pêvaoj bi encam bibe û gavên şênber bên avêtin. Divê biryarên DMME’yê yên mafê hêviyê ku der barê Abdullah Ocalan de hatiye dayîn bê nasîn. Divê ji bo muxatabê pêvajoyê birêz Ocalan mafê hêviyê nas bikin. Tiştên ket ser milê Kurdan kirin. PKK’ê xwe fesh kir û çek danî. Ji vê erdnîgariyê vekişiya.Gelek gavên şênber hatin avêtin. Lê dewletê hîna gavek navêtiye.”
‘Wê bi hêza jinan civaka demokratîk bê avakirin’
Yildiz Çetîn balkişand ser ‘danezana jinên azad’ ya ku Abdullah Ocalan di 8’ê Adarê de pêşkêşî jinan kiriye û wiha anî ziman: “Birêz Ocalan di 8’ê Adarê de ji jinan re peyam şand. Jin azad nebin civak jî azad nabe. Şerta xwegîhandina civaka demokratîk têkiliya azad, wekhev û demokratîk a bi jinan re hatiye avakirinê ye. Civaka demokratîk wê bi hêza jinan bê avakirinê. Çawa me 8’ê Adarê tacîdar kir em ê Newrozê jî tacîdar bikin. Em ê ji bo jiyanek wekhev, azad û aştiyê qadên Newrozê ava bikin.”







