Li Nisêbînê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' meş
- 16:31 14 Adar 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî pîrozbahiya Newroza Nisêbînê ciwan bi dirûşma "Bijî Serok Apo" ve meşiyan.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi beşdariya hezaran Newroz hate pîrozkirin, ciwan li Bulwara Newrozê heta Pira Ahmet Kaya bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meşiyan. Ciwanan li ser pirê bi teqandina fîşekên hewayî û berzkirina dirûşman çalakî domandin. Piştre, TOMA’yên ku hatin sewqkirin, bi avê mudaxeleyê ciwanan kir. Bi êrişa polîsan re ciwan li nava kolanan belav bûn. Hate zanîn ku polîsên bi wesayîtên zirxî di nava kolanan de digeriyan, hinek ciwan binçav kirine.







