Li Semsûrê coşa Newrozê: Bê Serok jiyan nabe
- 14:56 15 Adar 2026
- Rojane
SEMSÛR - Welatiyên Semsûrê yên agirê Newrozê vêxistin, qada pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin û gelek caran dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.
Li Semsûrê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Welatiyên hatin qada Newrozê ya bajar, bi dirûşmên “Bijî Newroz" û "Jin, jiyan, azadî" derbasî qadê bûn. Bi sedan welatiyên ciwan, jin, kal û pîr ên cilûbergên Kurdî li xwe kirin beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Girseyê li qadê bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” berz kir.
Agirê Newrozê di nav çepik û tililiyan hate hilkirin û piştre jî Wekîlê DEM Partiyê Celal Firat axivî. Firat, got: “Vê xakê hem di erdhejê de hem jî di êş û zilmê de li ber xwe da. Niha jî dê ji bo aştiyê li ber xwe bide. Newroz, ne tenê rojek e. Newroz, vegerîna tariyê ya ronahiyê ye. Agirê Kawayê Hesinkar li dijî Dehak vêxistî ye. Ew agir dê îro her dera Tirkiyeyê ronî bike.”
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî di serî de Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim bi bîr anî. Halîde Turkoglûyê, got ku hêvî û daxwaza herî mezin a gel aştî ye û got ku têkoşîna li dijî zext û zilmê ji Mazlum, Rahşan, Bêrîvan heta roja me hatî, îro li qadên Newrozê her kes gihandiye hev.
Halîde Turkoglûyê anî ziman ku tu kesên di têkoşîna azadiyê de bedel dane dê neyên jibîrkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku yên rêya me ronî dikin û rêbertiyê ji me re dikin, ew nirxên me ne. Newroz, navê roja berxwedana gelên bindest a li dijî zalim û serdestan e. Anku berxwedan bi xwe ye. Agirê Newrozê yê ji Kawayan heta Mazluman gihiştî roja me ji me re dibêje; dê ji bo azadiyê her tim hil be. Dê her tim ji bo wekheviyê vêkevî be. Agirê me yê li dijî zilmê dê her tim geş be.”
Piştî axaftinan, hunermend Suavî, Berfîn Işik û Mem Sîdar derketin ser dikê. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê domiya.







