Agirê azadiyê li Dihê hat vêxistin
- 18:05 15 Adar 2026
- Rojane
SÊRT- Li navçeya Dihê tevî baranê agirê Newrozê hat vêxistin. Girseya ji bo Newrozê hatin gel hev peyama ‘Newroz herî zêde li te pîroz be Rêberê Gelê Kurd’ hat dayîn.
Li navçeya Dihê ya Sêrtê Newroz hat pîrozkirin û tevî şilî û hewaya sar gel li qada Kehnî Mergê agirê Newrozê vêxist.
Parlametnera DEM Partiyê Sebahat Erdogan di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku ew ji ber wefata endamê konseya hevserokatiya PYD’ê Salîh Muslîm gelek xemgÎn bûne û wiha got: “Salîm Muslim tenê bi fîzîkî ji nava me veqetiya. Wê mîrate û têkoşîna wî her tim bi me re bijî. Em ê têkoşîna wî bigihînin serkeftinê.”
Sebahat Erdogan Saritaş di berdewamiyê de bi lêv kir ku Çiyayê Herekol, Zanîmêrg û Deşta Bişara şahidê evîna azadiya Kurdan bûye û got: “Herî zêde jî Botan şahidê me ye. Em ê îro li Çirava ya Dihê agirê Newrozê vêxistin. Em warê Egîdan silav ji rêbertiyê re dişînin. Newroz herî zêde l ite pîroz be Rêberê Gelê Kurd.”
Piştî axaftinan bi pêşengiya jinan agirê Newrozê hat vêxistin û govend hat gerandin.







